Lavrov tehdîd kir: Emê lêxin!

31-10-2016
RÛDAW
Sergey Lavrov
Sergey Lavrov
Nîşan Rûsya Wezîrê Derve Sergey Lavrov Sûriye Dijbereya Sûriyê Bombebaran
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov gef li hêzên Dijbereya Sûriyê xwar û got, eger ew xwe ji Cebhet Fetih El-Şamê cuda nekin, dê firkoeyên şer ên Rûsya cihên wan bombebaran bikin.

 

Sergey Lavrov îro duşemiyê ragihand, pêwîstiya şerê li dijî terorê bi hemahengiya navbera welatên cuda yên cîhanê heye û her ji ber wê jî daxwaz kir, ku hewlên tinekirina grûpên radîkal li Sûriyê werin berfirehkirin.

 

Lavrov bal kişande ser wê yekê jî, ku eger hêzên opozisyona Sûriyê amade nebin ji Cebhet Fetih El Şam cuda bibin, dê firokeyên şer ên Rûsya li wan jî bidin û wan bombebaran bikin.

 

Lavrov wiha axivî:

 

Em careke din daxwazê ji hevparên xwe yên cîhanî û herêmî dikin, ku sûdê ji pêgeha xwe werbigirin, ji bo ku hêzên opozisyonê ji Cebhet El-Nusrayê cuda bikin, da ku em bikarin hewlên xwe yên di şerê terorê de bikin yek.”

 

Wezîrê Derve yê Rûsya tekez kir: “Eger bi vî awayî nebe, wê demê li gorî projebiryarên Encumena Asayişa Navdewletî, dê firokeyên rûsî hêzên opozisyonê bikin armanca xwe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst