Obama xelata zêrîn da keçeke kurd

31-10-2015
RÛDAW
A+ A-

Silêmanî (Rûdaw)- Serokê Amerîka Barack xelata zêrîn da keçeke kurd ji ber ku di dibistana xwe de yekem derket.

Ew keça kurd a bi navê Yelda Sîrwan Qadir (7 salî) li bajarê Dalas ê Amerîka dijî û di meha Hezîranê de di qonaxa xwe ya yekê li dibistanê de, asta herî bilind bi dest anî.

Piştî bidestanîna wê pileyê, Obama berwanameya qedirzanînê, ku dide hemû xwendekarên pir jêhatî, da wê keça kurd jî.

Bavê Yelda, Sîrwan Qadir ji Amerîka ji Rûdawê re axivî û wiha got: “Em bi xwe ji navçeya Rewandiz ê Başûrê Kurdistanê ne. Ji sala 2004 heta 2009an min bi hêzên Amerîka li Iraqê kar kir. Piştre bi rêya wî karî ez çûm Amerîka.”

Sîrwan Qadir derbarê keça xwe de wiha got: “Yelda di dibistana Forman Elementary School de dixwîne. Di qonaxa yekê de yekem derket û Serokê Amerîka bi xwe xelata wê îmze kir.”

Li gorî mamosteyên wê keça kurd, Yelda gerek ne di qonaxa yakê de bixwîne, gerek di ya sêyem de be.

Rêveberên dibistanê jî dibêjin, li Amerîka 3 cure bo xelatkirina xwendekaran hene. Xelata zêrîn, xelata zîv û xelata bronz. Xelata Yelda ya zêrîn e û ev cara yekê ye ku digihê xwendekarekî ji vê dibistanê.

Sîrwan Qadir wiha got: “2 mervên min ku Pêşmerge bûn, meha Îlonê di şerê li dijî DAIŞê de şehîd ketin û me taziye li vir vekir, lewma wê demê Yelda behsa xelata xwe nekir, lê piştre ji min re got û ez pir dilxweş bûn.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst