Norwec 120 pisporên xwe yên leşkerî dişîne Hewlêr û Bexdayê
Hewlêr (Rûdaw) – Norwecê eşkere kir ku dê 120 leşker û pisporên xwe yên leşkerî bişîne Hewlêr û Bexdayê ji bo ku di şerê DAIŞê de hevkariya Pêşmerge û artêşa Iraqê bikin.
Serokwezîra Norwecê Erna Solberg di civîneke rojnamevaniyê de ragihand ku ew dê 120 leşker û pisporên xwe yên leşkerî bişînin Iraq û Başûrê Kurdistanê.
Erna Solberge diyar kir ku leşkerên rasterast tevlî şer nabin dê tenê di bikaranîna çekên nû û şêwazên şer de alîkariya Pêşmerge û artêşa Iraqê bikin.
Wezareta Parastinê ya Norwecê jî ragihand, ji wan 120 leşkeran dê 60 kesî bişînin Bexdayê 60 kesên din jî bişînin Hewlêrê.
Ti agahiyek li ser dema hatina wan leşker û pisporan bo Kurdistan û Iraqê nehat dayîn.