Macaristan berê penaberan dide YEyê

16 demjimêr berê
Hêmin Ebdullah
Alên Macaristanê û Yekîtya Ewropayê
Alên Macaristanê û Yekîtya Ewropayê
Nîşan Macaristan Yekîtiya Ewropayê Penaber Dadgeha Bilind a Ewropayê
A+ A-

Dusseldorf (Rûdaw) - Macaristan gefeke sosret li Yekîtiya Ewropayê (YE) dixwe. Hikûmeta Macaristanê ragihand ku ji bo koçberên ku bi qaçaxî derbasî wî welatî dibin, planeke wê ya amade heye.

Plana Macaristanê jî ew e ku bilêteke trênê ji wan re dibire û berê wan dide bajarê Brukselê ku paytexta Yekîtiya Ewropayê ye.

Macaristan ji biryareke Dadgeha Bilind a Ewropayê ku wê neçar dike 200 milyon Euroyan wek cezayê pereyan bide, dilgiran e.

Dadgeha Bilind a Ewropayê ceza daye Macaristanê

Ev ceza tê ji ber ku dadgeh di wê baweriyê de ye ku Macaristan bi awayekî Ewropî û mirovî bi koçberan re tevnegeriyaye.

Hikûmeta Macaristanê hewl dide wê biryarê betal bike û 200 milyon Euroyan nede.

Ji ber vê yekê jî gefan li Brukselê dixwe û dibêje heger negihin rêkeftinekê, dê koçberan bi kom bişîne Brukselê da ku li wir baştir rêz li wan were girtin!

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst