Çend welatên Ewropayê dayîna karta şîn hêsantir dikin

Dusseldorf (Rûdaw) - Nûçeyeke xweş ji bo kesên ku dixwazin demekê ji bo kar herin Ewropayê.

Yunanistan, Îtalya, Estonya û Slovakyayê şert û mercên dayîna mafê rûniştinê (Karta Şîn) kêm kir.

Swêd jî dixwaze şert û mercan hêsantir bike.

Karta şîn ji bo wan kesan e ku di warekî de xwedî şiyaneke bilind in û pêwîstiya Yekîtiya Ewropayê (YE) bi wan heye.

Her welatekî di YEyê de serbest e ku şert û mercan dijwartir an jî hêsantir bike.

Ji niha û pê ve Yunanistan dê destûrê bide kesên ku bi vîzeya kurt û tenê ji bo serdanê çûne Yunanistanê daxwaza karta şîn bikin.

Çi kesê ku li Yunanistanê daxwaza wê kartê bike divê 300 euroyan bide.

Heger kart stand mafê wî heye ku 2 salan bimîne û heger bixwaze nû bike, divê 450 euroyan bide.

Îtalya jî portaleke dîjîtal vedike ku xwedîkarên Îtalî derfetên xwe yên kar tê de diweşînin û kesên li derveyî Îtalyayê dikarin daxwaza karta şîn û bidestxistina kar bikin.

Swêd jî amadekariyan dike ji bo ku heger kesek karibe karekî li wî welatî bibîne ku meaşê wê yê mehane 4300 euro bin, karta şîn bide wî.

Berê diviyabû meaş 5200 euro bûya.