FRANSA - Çîroka hunermendekî Xirîstiyan ê Kurdistanî: 'Çarenivîsa me yek e'

Dusseldorf (Rûdaw) - Li bajarokekî li derdora Parîsê çend malbatên Xirîstiyan ên Kurdistanî dijîn.

Ew wekî ku hîn jî li Kurdistanê ne û bi muzîk, stran û cil û bergên xwe çanda xwe parastine.

Hunermend Semîr Yûsif û heval û xizmên wî çîroka xwe ji Diyasporayê re vedibêjin.

Semîr Yûsifê muzîkjen û stranbêj 42 sal in li bajarê Parîsê yê Fransayê dijî û ev dem hemû bi muzîk û karê hunerî derbas kiriye.

Semîr Xirîstiyan e û ji gundê Bêspinê yê Silopiyayê ye û li wir ji dayik bûye ku nêzîkî çemê Xabûrê ye.

Ew bi xwe dibêje, "Em Şirnexî ne ku berê ser bi Mêrdînê ve bû lê niha Şirnex e. Navê min bi zimanê Aşûrî Keldanî Semîr Yewsif e."

Semîr di zaroktiya xwe de şeş sal li gundê Bêspinê yê Bakurê Kurdistanê derbas kirin.

Piştre bi malbata xwe re çû Stenbolê û li wir li dibistaneke Fransî xwend.

Her wiha bi awayekî akademîk fêrî sazê bû û bû sazbendekî jêhatî.

Paşê di 19 saliya xwe de ango sala 1982yan koçî Ewropayê kir û li bajarê Parîsê bi cih bû û dizewice.

Studyoyeke biçûk a Semîr Yûsif li qata jor a mala wî heye.

Ew dibêje, "Tevî ku studyoya min biçûk e jî têra karên min dike û ez bi hevalên xwe re têm vir. Em li ser muzîk û stranan dixebitin û her wiha em stranan jî tomar dikin."

Semîr Yûsifê ji bilî karê muzîk û stranbêjiyê lîstikvaniyê jî dike, dibêje "Ez beşdarî du fîlmên sînemayî bûm. Yek ji wan Dîwarê Yilmaz Guney e û yê din jî yê Huner Selîm e ku qala serxwebûna Kurdistanê dike."

Wî li studyoya xwe ya biçûk gelek wêneyên cihêreng daliqandine.

Bi gotina wî, dîroka yek ji wan wêneyan vedigere salên 1988 û 1989an li Belçîkayê û dibêje:

"Kesê di wêneyê de bi min re ye, hevalekî min ê delal bû û navê wî Siryan e û bi min re li amûrê dixist.

Em wê demê ciwan bûn. Wêne ji min re girîng e loma min li studyoya xwe daliqand."

Paşê dabaşa wêneyên din jî dike û sedema daliqandina wan a li studyoyê vedibêje.

Ev ji bilî hebûna çend peykerên hunerî di studyoya wî de ye ku diyar dike ka çima hatine danîn.

Her çend Yûsif kesekî Keldan Aşûrî ye jî bi Kurdî stranan dibêje û her wiha bi zimanê dayîka xwe jî stran gotine û xwedî çendîn CD û klîpan e.

"Çand û zimanê xwe ji bîr nekin"

Semîr Yûsif li ser vê yekê dibêje:

"Ez cudahiyê naxim navbera gotina bi zimanê Kurdî û zimanê Keldan Aşûrî.

Ez niha xwediyê heşt CDyên stranan im, 4 ji wan bi zimanê Kurdî ne û çarên din jî bi zimanê Keldan Aşûrî ne."

Ew li ser çand û zimanê xwe dibêje:

"Divê em çand û zimanê xwe ji bîr nekin.

Min zarokên xwe fêrî zimanê dayîkê kir û ez dixwazim nifşên me yên paşerojê jî çand û zimanê xwe ji bîr nekin."

Yûsif Semîr girîngiyeke mezin dide bihevrejiyana Kurd, Keldan û Aşûriyan û di wê baweriyê de ye ku her du jî nevî û merivên ser heman xakê ne û divê bi hev re di nav biratî û aştiyê de bijîn.

Yûsif her wiha tîne ziman:

"Em bi birayên xwe yên Kurd re ne, çarenivîsa me girêdayî hev e û her çend em niha li Ewropayê dijîn jî bihevrejiyana me ya Kurdistanê li vir jî reng vedaye û pêwendiyên me berdewam in."

Paşê Yûsif bi zimanê xwe peyamek raberî xizm, dost û hevalên xwe kir.