Wezîrên karên derve yên Rûsya û Tirkiyeyê civiyan: Rûsya dê vegere Peymana Dexlûdan?

31-08-2023
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Rûsya Peymana Dexlûdan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrên karên derve yên Rûsya û Tirkiyeyê li Moskow a paytexta Rûsyayê civiyan.

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan piştî civînê daxuyaniyeke hevbeş da çapemeniyê.

Sergey Lavrov diyar kir ku eger mercên wan ên di paketa peymana Neteweyên Yekbûyî de bên bi cih anîn ew dê vegerin Peymana Dexlûdan a Deryaya Reş.

Di civînê de li ser pêwendiyên dualî yên Tirkiye û Rûsyayê, mijarên herêmî û cîhanî gotûbêj hatin kirin.

Rûsya di 17ê Tîrmehê de Peymana Dexlûdan a Deryaya Reş vekişiya.

Vekişîna Rûsyayê ya ji Peymana Dexlûdan yek ji mijarên sereke yên civîna di navbera Fîdan û Lavrov de bû.

Sergey Lavrov ragihand ku heta di mijarê de garantiyek ji wan re neyê dayîn ti pêşveçûnek di Peymana Dexlûdan de çênabe.

Erdogan û Putîn dê bicivin

Sergey Lavrov da zanîn ku welatên Rojava li ser hinardekirina dexlûdanê Rûsyayê sozên xwe bi cih neanîne û got:

“Eger mercên me yên di paketa peymana Neteweyên Yekbûyî de bên bi cih anîn em dê carake din vegerin Peymana Dexlûdan a Deryaya Reş.”

Ev civîn berî wê yekê hat kirin ku Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan û Serokê Rûsyayê Vladîmîr Putîn jî 4ê Îlonê dî li Soçiyê bicivin.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan jî got ku ev civîn amadekariya wê civînê ye.

“Zindîkirina vê destpêşxeriyê dê aramiyê bîne her du qadan”

Fîdan ragihand pêwendiyên Tirkiye û Rûsyayê bi bingeh in û got:

“Di civînê de zîndîkirina destpêşxeriya Deryaya Reş di rêzên pêş ên rojeva me de bû. Min tekez kir ku zindîkirina vê destpêşxeriyê dê aramiyê bîne her du qadan.

Min herwiha tekez kir ku em amade ne ji bo vê çi piştevaniyeke ji destê me bê bikin.”

Hakan Fîdan destnîşan kir ku ji bo destpêkirina Peymana Dexlûdan a Deryaya Reş Neteweyên Yekbûyî jî di nav hewldanan de ye û got:

“Enqere jî li ser vê mijarê bi Neteweyên Yekbûyî re di pêwendiyê de ye.”

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê destnîşan kir ku li ser peymana dexlûdan niha proseyeke wiha heye ku ew hewl dide ji pozîsyona Rûsyayê û daxwazên wê fêm bike û got:

“Niha xebat li ser wê yekê tên kirin daku kêmasiyên di proseya beriya niha de çêbûne û dersên hatine wergirtin careke din dubare nebin.”

Hakan Fîdan di berdewamiya axaftina xwe de ragihand ku ew dê roja înê jî bi Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygu bicive.

Tîrmeha sala borî di navbera Tirkiye, Rûsya, Ukrayna û Neteweyên Yekbûyî de bi mazûvaniya Tirkiyeyê peymanek hatibû îmzekirin.

Li gor peymanê Rûsyayê rê dida ku dexlûdan û madeyên xwarinê ji Ukraynayê hinardeyî welatên derve bên kirin.

Ew peyman di destpêkê de ji bo 120 rojan hatibû îmzekirin lê meha Çiriya Paşînê 3 mehên din hatibû dirêjkirin.

Di 18ê Adara 2023yan de Rûsyayê ragihand ku wê peymanê 60 rojên din dirêj dike.

Rûsyayê herî dawî jî 17ê Tîrmehê bi hinceta ku bixwe nikare berhemên xwe ji wê korîdorê hinarede bike ji peymanê vekişiyabû.

Tirkiye jî bi van serdan û dîplomasiyên xwe dixwaze Rûsyayê careke din bîne nav wê peymanê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst