Li Qirxizistanê TikTok hat qedexekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Polîtîkayên Çand, Enformasyon, Spor û Ciwaniyê ya Qirxizistanê ragihand, biryar daye ku li wî welatî TikTokê qedexe bikin.

Navenda Çapemeniyê ya Wezareta Polîtîkayên Çand, Enformasyon, Spor û Ciwaniyê ya Qirxizistanê derbarê qedexekirina platforma medyaya civakî TikTokê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya nivîskî de hat destnîşankir ku ji gelek saziyên civakî yên sivîl gilî hatine ku TikTok bandoreke neyînî li ser hiş û derûniya zarokan çêdike.

Hat diyarkirin biryara qedexekirina TikTokê ji ber armancên jeopolîtîk nîne û hat gotin:

Ev platforma medyaya civakî bandoreke neyînî li ser exlaq û derûniya zarokan dike.