Papa Francis ji bo Iraqê banga diyalogê kir

31-08-2022
RÛDAW
Nîşan Iraq Papa Francis Tevgera Sedr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Dêra Katolîk Papa Francis roja Çarşemê ji bo çareserkirina pirsgirêkên li Iraqê banga diyalogê kir, ku di rojên dawî de ji ber şer û pevçûnên tund ên nav Şîeyan de li wî welatî derketibûn.

Rêberê Tevgera Sedr, Muqteda Sedr roja Duşemê peyamek belav kir û tê de ragihand, ku ew bi tevahî dest ji siyasetê berdide. Piştî ragihandina peyamê, alîgirên Sedr yekser daketin kolanên Bexdayê û ber bi navçeya Kesk ve birêketin û di navbera wan û aligirên Çarçoveya Hevahengiyê ya nêzikî Îranê de pevçûnên kujer derketin.

Papa Francis diyar kir ku ew bûyerên li Bexdayê "bi dilgiranî dişopîne" û ji ber şer û pevçûnên kujer ên di nava 24 saetan de herî kêm 30 kes hatin kuştin û zêdetirî 500 kesên din jî birîndar bûne re dua ji gelê Iraqê re dike.

Papa îro roja Çarşemê di derbarê bûyerên Iraqê de tweetek parvekir û tê de got " Ez bûyerên tundiyê yên li Bexdayê bi dilgiranî dişopînim. Werin em bi hev re ji bo gelê Iraqê dua bikin. Diyalog û biratî rêya rûbirûbûna dijwariyên heyî û gihîştina bi hevre jiyanek aştiyane ye."

Çi bibû?

Rêberê Tevgera Sedr, Muqteda Sedr duh di peyamekê de ragihand, ku ew bi tevahî dest ji siyasetê berdide.

Piştî ragihandina peyamê, alîgirên Sedr yekser daketin kolanên Bexdayê û ber bi navçeya Kesk ve birêketin.

Xwepêşanderên alîgirên Sedr dîwarên betonî yên li dora navçeya Kesk derbas kirin û bi ser Koşka Komarî de girtin. Hêzên emnî yên Iraqê ji bo belavkirina xwepêşanderên alîgirên Sedr bi ava şid û gaza rondikrêj destwerdan kirin û di navbera herdu aliyan de alozî derket.

Piştre di navbera alîgirên Sedr û komên alîgirên Îranê de li navçeya Kesk a Bexdayê de alozî û pevçûn derketin.

Her du aliyan ji şevê din ve çekên giran û sivik li dijî hev bi kar tînin. Di dîmenan de xuya dibe ku çekên wek hawan û RPG jî tên bikarnîn.

Di şer û pevçûnên di navbera aligirên Sedr û Çarçoveya Hemahengiyê de herî kêm 30 kes hatin kuştin û zêdetirî 500 kesên din jî birîndar bûbûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst