Şanda Rojavayê Kurdistanê li Moskowê bi Sergey Lavrov re civiya

Hewlêr (Rûdaw) - Şanda hevbeş a Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) û Partiya Îradeya Gel îro serdana Wezareta Derve ya Rûsyayê kirin û bi Sergey Lavrov re hevdîtin pêk anîn.

Derbarê naveroka civînê û dansûtandinên navbera wan aliyan li gel Wezîrê Derve yê Rûsyayê hêj ti zanyarî nehatine belavkirin.

Şandeke pilebilind a Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) a li Rojavayê Kurdistanê bi serokatiya Hevseroka Desteya Cîbicîkar a MSDê Îlham Ehmed ji 27ê Tebaxê ve serdana Moskow a paytexta Rûsyayê kiriye.

Hevseroka Desteya Cîbicîkar a Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed serokatiya wê şandê dike û Hevserokê Partiya Yekîtiya Suryanî Senherîb Bersom, Cîgirê Hevseroka Desteya Cîbicîkar a MSDê Hikmet Hebîb û Nûnerê MSDê li Misirê Sîhanok Dîbo endamê şandê ne.

Şanda MSDê her îro li Moskowê ligel Partiya Îradeya Gel belgeyeke hevtêgihiştinê îmze kirin.

Di konferanseke rojnamevanî de ku bi amadebûna Îlham Ehmed û Qedrî Cemîl hat lidarxistin, Serokê Partiya Îradeya Gel Qedrî Cemîl gotibû, ew dê bi hev re serdana Wezareta Derve ya Rûsyayê bikin û bi Sergey Lavrov re hevdîtinekê bikin.

Nûnerê Meclisa Sûriyeya Demokratîk li Misirê û endamê şanda MSDê ya li Moskowê, Sîhanok Dîbo derbarê wê belgeyê de pêştir ji Rûdawê re gotibû, “ew belge çend xalên têkildarî nêrîna herdu aliyan jibo çareseriya siyasî li Sûriyê li xwe digire.”

Partiya Îradeya Gel partiyeke opozisyona Sûrî ye ku di Kanûna 2011an de hatiye damezrandin û Qedrî Cemîl serokatiya wê dike. Ew partî yek ji aliyên pêkhênerê Eniya Gel a bo Rizgarî û Guherînê ye û tenê parlamaneterekî wê di parlamentoya Sûriyê de heye.