Trump: Rêkevtin ligel Talîbanê nehatiye kirin

31-08-2019
RÛDAW
Nîşan Amerîka Trump Talîban
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku danûstandinên Washingtonê ligel tevgera çekdarî ya Talîbanê ‎baş in, lê hê gotûbêj negihiştine wê astê ku rêkeftina aştiyê were îmzekirin.‎

Gotûbêjên navbera îdareya Trump û Tevgera Talîbanê berdewam in û Donald Trump jî tekez li ‎ser girîngiya berdewambûna danûstandinên navbera herdu aliyan kir û got: “Heta niha gotûbêj ‎di qonaxa danûstandinên siyasî de ne û em negihiştine îmzekirina rêkeftina aştiyê li gel ‎Talîbanê.”‎

Li beramber, Talîbanî jî ragihand ku hindik maye ligel Amerîkayê digihin rêkeftinekê û ew ji ‎vekişîna hêzên Amerîkayê ji Efxanîstanê pêk tê li beramber garantiya Talîbanê ku axa ‎Efxanîstanê nebe cihek bo xweveşartina kesên Washington wan wek terorîst binav dike.‎

Berê jî Trump ragihandibû ku hêzên Amerîkayê ji 14 hezar serbaz û karmend ve bo nêzîka 8 ‎hezar û 600 serbaz kêm dikin û ew hêz jî bi gotina Trump, piştî rêkeftina ligel Talîbanê li ‎Afganîstanê dimînin.‎

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst