Amnesty ji ber 'Dayîkên Şemiyê' bang li Tirkiyê kir

31-08-2018
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Dayîkên Aştiyê Kurd Amnesty
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina Lêborînê ya Navdewletî (Amnesty International) daxwaz ji hemû aliyan kir, ku bi Tirkî, Ingilîzî yan jî bi zimanên xwe ji bo Dayîkên Şemiyê bangê li aliyê peywendîdar bikin.

 

Di 700emîn hefteya çalakiya Dayîkên Şemiyê de ku li çarenivîsa zarokên xwe dipirsîn, hêzên polîs ên Tirkiyê bi gaza rondikrêj êrîşî çalakvanan kiribûn û 47 kes hatibûn binçavkirin.

 

Piştî van bûyeran Dayîkên Şemiyê careke din ketin rojevê, bi taybetî ku Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê tekez kir, ku êdî ew nahêlin li Meydana Galatasaray a Stenbolê Dayîkên Şemiyê kom bibin.

 

Rêxistina Lêborînê ya Navdewletî di daxuyaniya xwe de bangê li Wezareta Navxwe ya Tirkiyê dike û dibêje, divê hemû protestoyên aştiyane bêyî ku bên sînordarkirin, werin kirin û mafê azadiya ramanê ya kesên beşdar jî dibin, bihên parastin.

 

Amnesty herwiha ji Wezareta Dadê ya Tirkiyê jî dixwaze, derbarê wan kes an aliyên ku di çalakiya 25ê Tebaxê de êrîşî Dayîkên Şemiyê kirine, lêpirsîneke bê alî û serbixwe bihê kirin û kesên tohmetbar bihêne cezakirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst