Amerîkayê bi rêya Rûdawê hişyarî da Îranê!

Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Vedant Patel bangî Îranê kir û got, “Tiştekî mekin ku herêmê ber bi aloziyên berfirehtir ve bibe.”

Vedant Patel pirsên Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde yên li ser kuştina Serokê Hemasê Îsmaîl Heniye û êrişa Amerîkayê ya li Babilê bersivandin.

Serokê Hemasê Îsmaîl Heniye îro berê sibehê li Tehrana paytexta Îranê hat kuştin.

Supaya Pasdaran a Îranê ragihand ku Heniye li mala ku lê dima rastî êrişekê hatiye.

Îran û Hemas dibêjin ku Îsraîlê Heniye kuştiye lê Îsraîlê heta niha li ser mijarê daxuyaniya fermî nedaye.

Hinek aliyên Îranî angaşt dikin ku destê Amerîkayê di kuştina Heniye de heye.

“Peyama me zelal e”

Vedant Patel angaştên bi vî rengî red kirin û hişyarî da Îranê:

“Çi rejîma Îranê be çi welatekî din, peyama me ya ji bo alî û welatan zelal e. Qet tiştekî mekin ku herêmê ber bi aloziyên berfirehtir ve bibe!”

Li hêla din, Amerîkayê doh li Babilê êrişî Heşdî Şebiyê kiribû.

Heşdî Şebiyê îro ragihand ku di vê êrişê de hinek çekdarên wan hatine kuştin û hinek jî birîndar bûne.

Vedant Patel piştrast kir ku Amerîkayê ev êriş encam daye û got:

“Armanca êrişê ew bû ku rê li ber êrişkirina hêzên Amerîkayê û Koalîsyonê bigire.”