Rûsya: Dê sûîqesta Heniye aloziyan zêdetir bike

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Îsmaîl Heniye Rûsya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rûsyayê kuştina Serokê Hamasê Îsmaîl Heniye şermezar kir û ew wekî "Kuştina siyasî ya nayê qebûlkirin" bi nav kir.

Serokê Hemasê Îsmaîl Heniye îro berê sibehê li Tehrana paytexta Îranê hat kuştin.

Îsmaîl Heniye ji bo beşdarî sondxwarina merasîma serokkomarê nû yê Îranê Mesûd Pizîşkiyan bibe çûbû Tehranê.

Tevgera Hemasê ragihandibû ku Heniye li Tehranê di êrişeke esmanî ya Îsraîlê de hatiye kuştin.

“Ev teqez suîqesta siyasî nayê qebûlkirin”

Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Mihail Bogdanov li ser kuştina Îsmaîl Heniye ji ajansa fermî ya Rûsyayê RIA Novostiyê re axivî.

Mihail Bogdanov got, “Ev teqez suîqesteke siyasî ya nayê qebûlkirin e û wê bibe sedemê zêdebûna aloziyan.”

“Li herêmê serdema herî dijwar a pevçûnan dest pê dike”

Herwiha Alîkarê Serokê Konseya Federasyona Rûsyayê Konstantin Kosachev jî li ser heman mijarê diyar kir ku ew li bendê ne ku "li Rojhilata Nêzîk kîn û nefret zêde bibe."

Kosaçev li ser Telegramê “Li herêmê serdema herî dijwar a pevçûnan dest pê dike” nivîsand.

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di Îlona 2022yan de li Moskowayê ji bo gotûbêjkirina pevçûnên Îsraîl û Filistînê pêşwaziya Heniye kiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst