Brett McGurk pêşwazî li civîna Nêçîrvan Barzanî û Heyder Ebadî kir

Hewlêr (Rûdaw) – Şanderê Taybet ê Serokê Amerîkayê yê ji bo şerê dijî DAIŞê Brett McGurk pêşwazî li civîna navbera Serokwezîrê Herêma Kudistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî kir.

 

Brett McGurk li ser hesabê xwe yê Twitterê  diyar kir ku "Ez pêşwazî li gotûbêjên navbera herdu serokwezîr Heyder Ebadî û Nêçîrvan Barzanî dikim ku ji bo bihêzkirina hevahengiya asayiş û aboriyê, di bin Destûra Iraqê de hatiye kirin.”

 

McGurk amaje bi wê yekê kir ku "ji bo têkbirina DAIŞê û başkirina xizmetguzariyan û bicihanîna hewcedariyên xelkê, ev civîn gelek giring e".

 

Roja duşemê 30-07-2018an li Bexdayê, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî civiyan û çend mijaran gotûbêj kirin.

 

Nêçîrvan Barzanî ji kanala Iraqî re ragihand: “Di vê civînê de me behsa komek ji dosyeyan kir, ku beşek ji wan taybet bûn bi pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê, ji wan jî vekirina rêyên Hewlêr-Kerkûk û Duhok-Mûsil, rêya navbera Şingal-Duhok, evana di nava wan dosyeyan de bûn, ku me li gel birêz serokwezîr gotûbêj kir.”