Marie Harf ji Rûdawê re got: Washington li dijî hinartina nefta Kurdistanê nîne

 

Washington (Rûdaw) – Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand, Amerîka li dijî hinartina nefta Herêma Kurdistanê nîne û ji Hewlêr û Bexdayê xwest, li hev nêzîk bibin.

Alîkara Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka Marie Harf, îro di civîneke rojnamevaniyê de û di bersiva pirsên berpirsê ofîsa Rûdawê li Washingotinê Namo Ebdullah de got, Amerîka ne li dijî hinartina nefta Kurdistanê ye.

Marie Harf, her wiha ragihand ku ew dixwazin iraqî hemû ji firotina neftê sûd werbigirin ji ber ku nefta Iraqê ya hemû iraqiyan e.

Alîkara Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka ji Hewlêr û Bexdayê jî xwest, divê bi hev re rûnên û çareyekî ji vê arîşeyê re bibînin.