Donald Trump li ser 34 tohmetan sûcdar hat dîtin

31-05-2024
Sinan Tunçdemir
Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump
Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump
Nîşan Trump Ceza Amerîka
A+ A-

New York (Rûdaw) - Piştî çendîn heftan ji lêpirsîn û dadgehîkirinê, doza ku li dijî serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump hatibû vekirin, gihîşt encamê û Trump sûcdar hat dîtin.

Dadgeh dê li ser rêje û çawaniya cezayê Trump 11 Tîrmehê biryarê bide.

Alîgirên Trump wisa bawer dikin ku ku ev doz dozeke polîtîk e.

Doza Donald Trump 6 hefte berê li bajarê New Yorkê dest pê kiribû.

Di dîroka Amerîkayê de cara yekem e ku serokek ji ber tohmetên krîmînal tê tohmetbakirin û sûcdar tê dîtin.

Di dozê de 12 jurîyan cih girt û hemûyan jî Trump sûcdar dît.

Trump bi 34 tohmetan dihat dadgehîkirin.

Yek ji wan tohmetan jî ev bû ku Trump beriya hilbijartina sala 2016an, 130 hezar dolar daye jineke da ku dîmenên xwe yên bi Trump re ji raya giştî re parveneke.

Ango li ser pêwendiya xwe ya bi Trump re bêdeng bimîne.

Tohmeta li ser Trump bi tenê ne ev bû ango di belge û dokumanan de wisa nîşan dabû ku ew pere ji bo karekî din hatiye bikaranîn.

Li alîyê din jî hem alîgirên Trump û hem jî alîgirên Partîya Demokratan li pêşiya avahiya dadgehê civiyane.

Alîgirên Trump wisa bawer dikin ku ev doz dozeke polîtîk e lê alîgirên Partiya Demokrat jî dibêjin ku her tişt bi yasayî bi rê ve çûye.

“Dadger pere ji Demokratan standiye”

Alîgireka Trump a bi navê Kristina Galdieriyê ji Rûdawê re got:

“Ez wisa bawerim ku ev doz dozeke polîtîk e. Dadger Juan Merchan pere ji berpirsekî Demokratan wergirtiye.

Ez wisa difikirim ku Demokrat gelekî baş dizanin ku em piştgiriyê didin Trump û ew bixwe dizin, sucdar û mirovên ne baş in û derewan dikin.

 Ew dê bêgûman Trump sucdar bikin ji ber ku tenê Trump ji bo Amerîkiyan kar û xebatê dike.”

“Trump sextekar e”

 Yek ji alîgirên Partiya Demokratan a bi navê July De Laurierê jî wiha got:

“Ev mirov di dawîya dawîyê de anîn ber edaletê. Ji 10 salan zêdetir bû em li hêviya vê bûn.

New York baş dizane ku Trump sucdar û sextekar e.

Şûkir ji Xweda re êdî encamek jê derdikeve.”

Ev yek ji wan 4 dozên krîmînal bû ku beriya hilbijartina serokatîya Amerîkayê hat encam dan.

Di vê çarçoveyê de dadger dikare 4 sal cezayê girtîgehê bide Trump.

Di sicîla Trump de cezayekî krîmînal nîne lewma dibe ku dadger cezayekî din wekî azadiyeke kontrolî bide wî.

Dadger dê biryara xwe 11 meha Tîrmehê de eşkere bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst