Encûmena Asayîşa Navdewletî ji bo Sûriyê civiya

31-05-2023
Hisên Omer
Encûmena Asayîşa Navdewletî ji bo Sûriyê civiya
Encûmena Asayîşa Navdewletî ji bo Sûriyê civiya
Nîşan Sûriye Encûmena Asayîşa Navdewletî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Encûmena Asayişa Navdewletî ya Neteweyên Yeknûyî derbarê rewşa Sûriyê de û bi taybet dosyeya vegera penaberên Sûrî civiya.

Nûnerê taybet ê Neteweyên Yekbûyî ji bo Sûriyê Geir Pedersen got " Pêwîst e li gel vê tevgera dîplomatîk a vê dawiyê karekî rasteqîne were kirin, ji ber ku li bîra me ye ku gelê Sûriyê hîn derdekî giran dikişîne. Xelkê Sûriyê van tevgerên dîplomatîk dibînin, lê tu başbûnê di rewşa xwe de nabînin, çi li hindur û çi jî li derveyî Sûriyê bijîn"

Nûnera Amerîkayê li Neteweyên Yekbûyî Linda Thomas-Greenfield bi tundî rexne li hikûmeta Sûriyê derbarê vegera penaberan de girt.

Linda Thomas-Greenfield dibêje "Tevî ku rejîma Esed Îda dike ku ew amade ye kar li gel aliyên navherêmî ji bo pêşwaziya penaberan bike, lê em tu nîşanên pabendbûna rejîmê nabînin wekî rawestanbdina astengî û girtina stemkarane û îşkencedan û rewftara xerab li gel penaberên vegeryayî. Her weha rejîm, li gel Rûsya, berdewam e di êrîşên asmanî de ku bandorê li kampên koçberan li bakurê Sûriyê dike. Divê em guvaşê li rejîmê bikin da ku rê li pêş vegera penaberan a bi dilê xwe û bi rûmet xweş bike."

Nûnerê Sûriyê li Neteweyên Yekbûyî Besam Sebax êrîşî siyaseta Amerîkayê derbarê piştevaniya HSDê de kir.

Besam Sebax diyar kir "Me îro gotina nûnera Amerîka nebihîst di derbarê berdewamiya welatê wê di binpêkirina serweriya Sûriyê û yekparçeyiya xaka wê bi rêya berdewamiya hebûna serbazî ya Amerîkî ya ne rewa li ser xaka Sûriyê, û piştevaniya milîsên cudaxwaz li bakurê rojhilatê Sûriyê, û talankirina petrol û semanên Sûriyê ku herî dawî jî, birina bi qaçax a 42 tankerên bi sedên tonan ji petrola Sûriyê ji zeviyên herêma Cizîrê barkirî bûn, bi rêya derwazeyên ne rewa jio bo binkeyên serbazî yên Amerîkî li nav xaka Îraqê."

Di heman civînê de, cîgira operasyon û piştevaniyê li Ofîsa Karûbarên Mirovî, Xade Midwî ragihand ku ji bo yekemîn car di dîrokê de, 12 milyon kes, wate %50 ji xelkê Sûriyê niha derdê nebûna asayişa xwerekê dikişînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst