Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê ragihand ku keştiya şer a dawîn a Ukraynayê hat jinavbirin.
Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê der barê çalakiyên artêşa Rûsyayê yên li Ukraynayê de agahî da.
Di daxuyaniyê da hat gotin li herêma Donetskê pevçûnên herî zêde li Avdeyevkayê çêdibin, artêşa Rûsyayê bi moşekan êrîş kir û artêşa Ukraynayê mecbur ma ji Krasnogorovka û Yasînovatayayê yên li Donetskê vekişe.
Hat gotin li Donetsk, Xarkov û Zaporijyayê depoyên cebilxaneyên artêşa Ukraynayê hatin îmhekirin.
Der barê êrîşa dijî Bendera Odesayê de jî agahî hat dayîn, wezaretê diyar kir ku keştiya şer a dawîn a Ukraynayê li Bendera Odesayê hat jinavbirin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Di 29ê Gulanê de keştiya şer a dawîn a Ukraynayê 'Yuriy Olefirenko' ji hêla Hêzên Asmanî yên Rûsyayê ve li Bendera Odesayê hat jinavbirin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse