Kose: Ji ber projeya ‘Mafê Çarenivîsê’ bo Kurd gefê li me dixun
Hewlêr (Rûdaw) - Piştî derbasbûna heşt mehan di ser pêşniyarekê re bo Parlamentoya Swêdê ku hatiye redkirin jî, çend parlamenterên wî welatî ketine jêr pêleke gef, sixêf û sivikayetiyê. Sê ji wan Kurd in û yek jî Tirk e.
Nêzîkî du hefte dibe raya giştî ya Swêdê bi çar navan ve mijûl e; Serkan Kose, Kadir Kasirga, Roza Gulcu Hedin û Sultan Kayhan. Herçar parlamenterê Swêdê ne ser bi Fraksyona Partiya Sosyal Demokrat ku partiya fermanrewa ye. Ji van her çaran tenê Sultan ne Kurd e, yên din Kurdên Bakurê Kurdistanê ne û piştî koçkirina malbatên wan bo Swêdê, di nav siyasetê de kar dikin.
Sedema vê mijûlbûnê vedigere raporteke medya Tirkiyê, ku ew çar parlamenter wek “terorîstên Tirk” binav kirine, qaşo dijî Tirkiyê kar dikin û cudaxwaz in. Ev wesfê medya Tirkiyê jî vedigere projeyeke Sosyal Demokratan a Îlona 2019ê, wek Serkan Kose ji Tora Medyayî ya Rûdawê re gotiye.
Serkan Kose ji Rûdawê re got: “Me weke 13 parlamenterên Sosyal Demokrat ên Swêdê, meha Îlona 2019ê pêşniyarek pêşkêşî parlamentoyê kir, daku hikûmeta Swêdê kar li ser mafê çarenivîsê bo gelê Kurd bike, wek di Peymana Mafên Mirov a Neteweyên Yekbûyî de bo hemû neteweyan hatiye.”
Serkan dibêje: “Hêj nû medyayeke Tirkiyê kampanyayek li dijî me, çar ji wan parlamenterên ew proje pêşkêş kiribûn daye destpêkirin û gehiştiye wî astê ku li nav Swêdê kesên nîjadperest û faşîstên Tirk gefê li me dixun.”