Pompeo: Îranê êrîş li ser keştiyên petrolê encam daye

31-05-2019
RÛDAW
Nîşan Amerîka Mike Pompeo Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo, Îran bi encamdana êrîşî li ser keştiyên veguhastina petrolê li Bendera Fuceyre ya Îmaratê tometbar kir.


Pompeo ragihand ku armanca Îranê ji van êrîşan, bilindkirina nirxê petrolê li bazarên cîhanê bûye.

 

Wezîrê Derve yê Amerîkayê, beriya destpêkirina geşta xwe bo welatên Ewropî ragihand ku Îran di hewla wê yekê de ye ku nirxê petrolê li bazarên cîhanê bilind bike, lê Amerîka berdewam e li ser rûbirûbûna hinardekirina petrola Îranê.

 

Berê jî, Şêwirmenda Asayişa Niştimaniya Amerîkayê John Bolton ragihandibû ku, Amerîka dixwaze di heftiya bê de belgeya girêdayî desthebûna Îranê di van êrîşan de radestî encumena asayîşa Amerîkayê bike.

 

Îranê çendîn caran red kiriye ku dest di teqînên li Bendera Fuceyre ya Îmaratê de hebe.

 

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Ebas Mûsewî pêr Çarşemiyê bersiva gotinên Şêwirmenda Asayişa Niştimaniya Amerîkayê John Bolton dabû û ragihandibû, destê Îranê di êrîşa ser keştiyên bazirganî yên li Bendera Fuceyre ya Îmaratê de tune ye.

 

Ebas Mûsewî di konferanseke rojnamevanî de li Tehranê gotibû, grûpa ‘B’ ku dixwazin di navbera Îran û Amerîkayê de şer çê bibe, tometa wê yekê dixin stoyê Îranê ku di êrîşa bo ser keştiyên Bazirganî de li bendera Fuceyre ya Îmaratê dest hebûye û diyar kir, kesên di grûpa B de planeke zêhnî hene û xwedî  siyaseteke têkderane ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst