Kremlîn: Nêçîrvan Barzanî û Putin dicivin

31-05-2017
RÛDAW
Nîşan Kurdistan Nêçîrvan Barzanî Rûsya Vladimir Putin
A+ A-

Saint Petersburg (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Rûsya Vladimir Putîn bi hev re dicivin.

 

Alîkarê Serokê Rûsya Yurî Uşakov ragihand: “Di kevana Korbenda Aborî ya Saint Petersburgê de, civînek di navbera Serokê Rûsya Vladimir Putin û Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re tê sazkirin.”

 

Yurî Uşakov derbarê acenda û naveroka civîna navbera Barzanî û Putin de jî got: “Serokê Rûsyayê û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê dê behsa mijarên bazirganî û aborî û şerê li dijî terorê bikin.”

 

Îro şandeke pilebilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî bo beşdarbûn di Korbenda Aborî ya Cîhanî ya Saint Petersburgê de gihîşt Rûsyayê.

 

Di şandeya Herêma Kurdistanê de, Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî, Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî (Enerjî) Aşît Hewramî û Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî cih digirin.

 

Biryar e sibe pêncşembiyê 1ê Hezîrana 2017ê, Korbenda Aborî ya Saint Petersburgê ya Cîhanî birêve biçe û dê şandên 130 welatan û 12 hezar kes di korbenda îsal a Saint Petersburgê de beşdar bibin.

 

Korbenda Aborî ya SaintPetersburgê ya Cîhanî bo yekemîn car di sala 1997ê de hat sazkirin û ji wê sale ve salane tê lidarxistin.

 

Di kevana birêveçûna wê korbendê de di sala 2016ê de, bi buhayê 15 milyar û 500 milyon dolar girêbest hatibûn îmzakirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst