Li Swîsreyê ji bo Efrînê xwepêşandan hat kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Zurîx ê Swîsreyê, xwepêşandanek bo piştevanîkirina Efrînê li pêşiya Konsulxaneya Tirkiyê ya li wî bajarî hat sazkirin.

Komîteya Mafên Mirovan li Sûriyê MAF û Desteya Kar Ya Ji Bo Efrînê ew xwepêşandan organîze kirin.

Xwepêşanderan li Zurîxê daxwaza bidawîkirina binpêkirinan li Efrînê kirin. Herwiha daxwaz kirin ku komên çekdar ji Efrînê derkevin û guhertina demografiya Efrînê were rawestandin.

Her du aliyên rêkxerên xwepêşandanê, li cihê xwepêşandanê di daxuniyeke hevbeş de ragihandin ku wan bi rêya navbeykarê Swîsrî hewl dan ku daxwaziyên xwe bighînin Konsulê Tirkiyê.

Di daxuyaniyê de herwiha tê gotin, ku wan daxwaza dîtina Konsulê Tirkiyê jî kir, ji bo ku ji nêzîk ve êş û azarên xelkê Efrînê bigihînin wî, lê belê Konsulê Tirkiyê razî nebûye ku hevdîtinê bi nûnerên xwepêşandanan re bike.