Konferansa Brukselê 6.4 milyar dolar bo Sûriyê kom kir

31-03-2021
RÛDAW
Kampa Holê li Heseke ya Rojavayê Kurdistanê. Wêne: Delil SOULEIMAN / AFP
Kampa Holê li Heseke ya Rojavayê Kurdistanê. Wêne: Delil SOULEIMAN / AFP
Nîşan Konferansa Bruksel Sûriye Netewên Yekbûyî Yekîtiya Ewropa
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Konferansa Yekîtiya Ewropa û Netewên Yekbûyî ya taybet bi Sûriyê, bi komkirina alîkariyên 6 milyar û 400 milyon dolar ji bo xelkê Sûriyê bi dawî hat. 

Konferans bi awayê online hat lidarxistin û têde 27 welatên endamê Yekîtiya Ewropa, Amerîka û çend welat û rêxistinên din ên cîhanê beşdar bûn.

Komîsyarê Yekîtiya Ewropa yê ji bo Birêvebirina Kirîzan got, ku di konfransa îsal de 6 Milyar û 400 Milyon Dolar hatine komkirin. 

Pêş lidarketina Konferansa Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropayê, dihate gotin ku plana komkirina 10 milyar dolar heye, lê 6 milyar û 400 milyon dolar ji bo alîkariya xelkê Sûriyê hat komkirin.

Janez Lenarcic, Komîserê Yekîtiya Ewropa yê ji bo Rêvebirina Kirîzan got: "Bi şanazî pereyêyên ku ji bo sûriyê  di konfransa îsal de hatine peydakirin radighînim ku 6 milyar û 400 milyon dolare." 

Janez Lenarcic herwiha diyar kir: “Ji bilî wan pereyên ku hatin xelatkirin, dezgehên darayî yên navdewletî û welatên komekbexş biryara dana qerzê bi tibaba 7 milyar dolarî daye. Li vê derê ez spasiya wan aliyan dikim û spasiya  Mark Lakuk, birîkarê sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî dikim, ji bo wê helwesta mirovane ya ku li ser asta me diyar kir.”

Mark Lawkuk, Birîkarê Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî bo Karûbarên Mirovî jî ragihand: Ez bîr li birêveberên ajansên navdewletî yên ser bi Neteweyên Yekbûyî û herwiha serkirdeyên welatan û berpirsên rêxistinên nehikûmî dikim. Hemû ew biryara alîkarîkirina gelê Sûriyê daye, li navxwe û li derveyî wî welatî jî.”

Ji bilî pereyên ku ji ber krîza Sûriyê jibo xelkê Sûriyê hatiye xelatkirin, soz dayîna deynê jî hatiye dan.

Netewên Yekbûyî hişyariyê dide ku rewşa Sûriyê zêdetir xirab bibe û dibêje, xelkê Sûriyê 10 sal e rastî mirin, nexweşî, wêranî û awarebûnê bûye.

Herwiha Netewên Yekbûyî dibêje, 10 milyon Sûrî koçber bûne û 10 milyon Sûrî jî penaberî welatên navçeyê û cîhanê bûne.

Wan jî pêwîstî bi kêmanî 10 milyar dolarên amerîkî heye û gelek caran sozên welatan jibo pêşkêşkirina alîkariyan, tenê weke hibra ser kaxezê dimîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst