Amerîka: Li Tirkiyê azadiyên bingehîn hatine sînordarkirin û desthilata yasayê lawaztir bûye

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Derve ya Amerîkayê di raporta salane ya taybet bi mafên mirov de behsa binpêkiriyên mafên mirov ên li Tirkiyê kir û ragihand, azadiya raderbirînê hatiye sînordarkirin û desthilata yasayê lawaztir bûye.Di raporê de herwiha tê gotin, hem hêzên Tirkiyê û hem jî PKK bûne sedema kuştina sivîlan û bi taybet amaje bi operasyonên artêşa Tirkiyê li nav sînorê Herêma Kurdistanê hatiye kirin û hatiye gotin, ku di encama wan operasyonan de welatiyên sivîl hatine kuştin.

Tirkiye û Bakurê Kurdistanê

Wezareta Derve ya Amerîkayê di raporta xwe ya salane ya taybet bi mafên mirov de behsa binpêkariyên mafên mirov li Tirkiyê kir û ragihand, azadiya raderbirînê hatiye sînordarkirin û desthilata yasayê jî lawaztir bûye.

Wezareta Derve ya Amerîkayê di rapora xwe de behsa wê yekê dike, li Tirkiyê ji sala 2018an ve berdewam azadiyên seretayî tên sînordarkirin û desthilata yasayê lawaztir bûye, ku ev jî pêngav bi pêngav piştî hewla kudetayê ya 2016an dest pê kiriye û her ji destpêkê ve bûye sedema jikardûrxistina 200 hezar polîs, serbaz û ji wan jî 120 hezar karmendên sivîl ên wezareta berevanî û navxwe.

Herwiha yek li ser sê pêkhateyên dadweriyê li Tirkiyê hatine guhertin û her di wê heyamê de jî 90 hezar kesên sivîl li Tirkiyê hatine desteserkirin û 1500 rêxistinên nehikûmî jî hatine girtin.

Binpêkariyên mafên mirovan ku li Tirkiyê encam dane, ji kuştin, mirina biguman, gef, cîwindakirin, îşkencekirin û desteserkirina bêyî fermana dadgehê, xasma jî siyasetmedarên opozisyonê, endamên parlamentoyê, parêzer, rojnamevan û çalakvanên mafên mirov û mafên sivîl pêk tên.

Di raportê de tê gotin, tevî hemû wan binpêkariyên hikûmeta Tirkiyê, tenê çend hewldanên gelek sînordar ji bo lêkolînên li binpêkariyan hatine kirin û rê nehatiye dayîn lêpirsîn li gel hêzên emnî derbarê wan binpêkariyên mafên mirovan de were kirin.

Raporta Wezareta Derve ya Amerîkayê amaje bi şerê di navbera artêşa Tirkiyê û PKKê de jî dike û dibêje, Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) jî bi heman şêwe êriş bo ser artêşa Tirkiyê encam dane û bi wê sedemê 35 kesên sivîl hatine kuştin.

Li gor raportê, ji ber êrişên artêşa Tirkiyê jî bo ser PKKê li Başûrê Kurdistanê, 3 kesên medenî hatine kuştin û 6 kesên din jî birîndar bûne. Herwiha operasyonên Tirkiyê li Rojavayê Kurdistanê bûne sedema kuştin, birîndarkirin û koçberbûna xelkê sivîl.

Di raportê de amaje bi wê jî hatiye kirin, çekdarên Sûrî ku Tirkiye piştevaniya wan dike li Rojavayê Kurdistanê binpêkariyên mafên mirovan encam dane û Kurd û Êzdî kirine armanc û ew tawanên ku li dijî Kurdan encam dane, ji kuştin, bêserûşûnkirin, destdirêjî, talankirina mal û saman û îşkencekirinê pêk tên.

HDP û Bakurê Kurdistanê

Raporta Wezareta Derve ya Amerîkayê amaje bi hewlên Tirkiyê yên ji bo bêdengkirina endamên HDPê dike bi desteserkirin, dadgehîkirin û bêserûşûnkirinê. Amaje bi bûyereke Amedê jî dike ku tê de hemwelatiyekî Kurd ji aliyê polîsên Tirkiyê ve tê îşkencekirin ku di meha Hezîrana derbasbûyî de ew girte vîdyo ji aliyê parlamenterekî HDPê ve hatibû belavkirin.

Herweha di tîrmehê de jî bûyereke din li Amedê qewimî, ku tê de polîsên Tirkiyê reftara tundûtîj bi 14 bendkiriyan re dikin û hikûmet jî ti lêkolînekî li bûyerê nake. Amaje dide bûyera avêtina ser mala endama HDPê li Amedê Sevîl Çetîn ku bêyî lêkolîn ji bûyerê derbas bûye.

Yek din ji bûyerên binpêkirina mafên mirov ku di raporê de cî digire, girtin û îşkencekirina du cotkarên Kurd ên Bakurê Kurdistanê ye, ku li Wanê hatin girtin û paşê ew ji helîkopterê avêtin xwarê, lêbelê jendirmeyên Tirk ew bûyer wek beşek ji operasyona li dijî PKKê dan naskirin.

Ji bilî van nimûneyan jî, 537 gilînameyên cihê li dijî polîsên Tirkiyê hatine tomarkirin, ku destê wan di îşkenceya bendkiriyan û tew xelkên li derveyî zindanan jî de hebûye.

Rapor balê dikişîne ser lêkolîneke Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirov jî, ku Tirkiyê di çend salên borî de di îşkencekirin û armancgirtina Kurd, çep û alîgirên Fethulla Gûlenî de berdewam bûye.

Mînakeke din a tundûtîjiyên li dijî kurdan û HDPê li Tirkiyê ku di raporê de cî girtiye, meseleya revandin û îşkencekirina şeş endamên ciwan ên HDPê li Amed, Stenbol û Agiriyê ye ku her sê bûyer di meha Septembera 2020an de qewimîn.

Girtiyên Siyasî

Mijara girtiyên siyasî li gor raporê hêj babeteke hestyar a Tirkiyê ye. Li gor raporeke Wezareta Navxwe ya Tirkiyê jî heya hezîrana 2020an, hikûmeta Tirkiyê 282 hezar û 790 kes bi tometa hebûna pêwendiyan bi kudetaya 2016an ve girtin, ji wê hejmarê jî 25 hezar û 912 kes ji wan hêj li zindanê ne û dadgehîkirinê dipên. Herweha nêzîkî 50 hezar kesên din bi tometa pêwendiyên bi grubên terrorist re hatine girtin û hêj nehatine dadgehîkirin.

Wezareta Derve ya Amerîkayê dibêje tew di hin dozan de dadgeran xwestiye borda terorîzm û ewlekariya niştimanî bi kar bînin bo dadgehîkirina endamên aliyên dijber ên Tirkiyê û parêzerên wan girtiyan jî diyar dikin ku, dadgehên Tirkiyê tometên bi vî rengî wek belge ji bo cezakirina wan bi kar tînin xasma bo endamên HDPê.

Herweha qala wê yekê jî kiriye ku ji 2015an û heya dawiya par nêzîkî 5000 endam, endam perleman û kadroyên HDPê ji aliyê hikûmeta Tirkiyê ve bi tometên cihê hatine girtin û hin ji wan jî bi tometa terorê yan siyasî hatine stûbarkirin.

Di wan kampînên hikûmeta Tirkiyê de jî 48 berpirsên hilbijartî yên HDP ji kar hatine avêtin û tew li gundan jî serok encûmenên 10 gundan ku endamên HDPê bûn, ji kar hatine avêtin. Ev ji bilî jikaravêtina şaredarên Amed, Mêrdîn û Wanê.

Demîrtaş

Rapora Wezareta Derve ya Amerîka behsa mana hevserokê berê yê HDPê Selahedîn Demîrtaş di zindanê de dike û dibêje ku ew ji ber tometa terorê hêj li zindanê ye, zêdebarî daw û daxwazên navxweyî û derveyî ji bo azadkirina wî.

Her çiqasî Dadgeha Destûra Tirkiyê di meha hezîranê de girtina Demîrtaş wek neyasayî dît, lê hikûmet ne amade bû wî azad bike û ew bi dozeke din dadgeh kir, ew jî doza beşdarbûna wî di xwepêşandana piştevaniya li Kobanê di 2014an de bû.

Herweha di raporê de tê gotin ku, her çiqasî Dadgeha Mafê Mirov a Yekîtiya Ewropayê daxwaza azadkirina Demîrtaş kir û got zindankirina wî neyasayî ye û binpêkirina mafê mirov e, lêbelê Serokê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan dadgeha Ewropayê bi piştevanîkirina li terorîst tometbar kir.

Rapor diyar dike ku Tirkiyê qanûna dijî terorê bi kar aniye bo girtina endamên partiyên dijber xasma HDP, çalakvanên mafên meriv, medya, hevsozên PKK, kesên nêzîkî bizava Gûlen, tew ji bo girtina şirket, rêxistin û bazirganan jî.

Ji wan mînakan jî jêstendina parêzbendî û girtina endamên HDPê Leyla Gûven û Faris Ogler û endamê perlemanê yê CHPê Enîs Berberoglu, ku bi tometa terorê hatin girtin.

Azadiya raderbirînê

Azadiya raderbirînê yek din e ji kêşeyên Tirkiyê di warê mafên mirov de, ku di 4 salên borî de bûye mijareke hestyar. Hikûmeta Tirkiyê hewl daye çavdêriyeke tund dane ser medya, torên civakî û dezgehên cuda yên Tirkiyê. Ji wê demê ve jî dest bi dadgehkirin û zindankirina rojnamevan û karmendên rojname û medyayên serbixwe kiriye.

Li gor rapirsiyekê jî, ku ji aliyê dezgeha Metropol a Lêkolînan ve hatiye kirin, bi baweriya ji % 62 ji şêniyên Tirkiyê medya li wî welatî ne azad e û ji % 50 ji xelkê jî di sosyalmedyayê de jî hest bi azadiyê nakin.

Rapor dibêje tew Wezareta Navxwe ya Tirkiyê di 7 heyvên yekem ên 2020an de 14 hezar û 186 hesabên sosyalmedyayê xistine jêr çavdêriyê û tedbîrên qanûnî li hember 6743 ji wan hesaban jî wergirtiye.

Di dema belavbûna webaya koronayê de jî bi awayekî berdewam çavdêriya sosyalmedyayê kiriye û hewl daye ku rê li ber wê yekê bigire xelk nerînên xwe li ser webayê nîşan bidin.

Bi sedema Erdogan lêpirsîn bi 36 hezar kesan re hatiye kirin

Li gor detayên Wezareta Dada Tirkiyê jî, polîsên wî welatî lêpirsîn bi 36 hezar û 66 kesan re kirine. Ev jî bi sedema axaftina wan li ser serok û rexnegirtinê. Ji wê hejmarê jî 12 hezar û 298 kes çûne dadgehê û 3831 kes ji wan jî hatine cezakirin.

Di heyva hezîrana borî de jî polîsan 11 kes bi sedema koment û postên Facebookê girtin, ku yek ji wan bi sedema postekê li ser keça Erdogan bû.