Parlamenterê ewropî: Gelê kurd hêjayê dewleta serbixwe ne

31-03-2017
RÛDAW
Nîşan Chrales Tannock YE Serxwebûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Parlamenterê Yekîtiya Ewropayê (YE) Chrales Tannock got; “Eger milletek hebe, ku hêjayê mafê diyarkirina çarenivîsa xwe be, ew jî gelê kurd ê berxwedêr e.”

 

Parlamenterê Yekîtiya Ewropayê (YE) Chrales Tannock li ser navnîşana xwe ya tora civakî ya Twitterê nivîsiye; “Eger milletek hebe, ku hêjayê mafê diyarkirina çarenivîsa xwe û dewleta xwe ya serbixwe be, ew jî gelê kurd e. Brîtanyayê di sala 1920ê de ev soz daye.”

 

Ev twîtta Tannock di demekê de ye, ku Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Yekîtiya Ewropayê Dîlawer Ajgeyî di twîttekê de gotibû; “Serok Mesûd Barzanî ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî re gotiye, Herêma Kurdistanê di demekê nêzîk de dê giştpirsiya serxwebûnê encam bide.”

 

Parlamenterê brîtanî Chrales Tannock par jî gotibû, ku ew weke dostên nêzîk ên kurd û Kurdistanê piştgiriyê didin serxwebûnê.

 

Chrales Tannock kî ye?

 

Di sala 1957ê de li Brîtanyayê ji dayik bûye

 

Siyasetmedarê parêzgarên Brîtanyayê ye

 

Ji sala 1999ê endamê Parlamentoya Ewropayê ye.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst