Rapora gendeliyê: Tirkiye di nav 180 welatî de 115emîn e

Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina Şefafiyetê ya Navneteweyî ragihand ku Tirkiye di warê zêdebûna gendeliyê de di nav 180 welatî de  115emîn e.

Endeksa Gendeliyê ya sala 2023yan a Rêxistina Şefafiyetê ya Navneteweyî (Transparency International) hat eşkerekirin.

Li gorî endeksê Tirkiye yek ji wan welatên ku gendelî lê zêde ye.

Tirkiyê li gorî sala par 2 puan kêm kirin û di rêza 115emîn de cih girt.

Tirkiyeyê sala 2022yan bi 36 puanan di rêza 101emîn de cih girtibû û sala 2023yan 14 rêzan paş de çû.

Tirkiye bi welatên El Salvador, Honduras, Lîberya, Myanmar, Nîkaragua, Srî Lanka, Venezuela û Arjantînê re di heman rêzê de cih girt.

Tirkiyeyê sala 2022yan puanê herî kêm ê 10 salên dawî wergirt.

Sala 2013an Tirkiyê bi 50 puanî di rêza 53yemîn de cih girtibû. Wate Tirkiye di 10 salên dawî de 62 rêzan paş de çû.

Tirkiyeyê di nav 12 welatên ku puanê wan herî zêde kêm bûne de cih girt.

Welatên ku gendelî lê herî kêm in Danîmarka, Fînlandiya û Zelandaya Nû ne.

Rêxistina Şefiafiyetê ya Navneteweyî (Transparency International), ji sala 2012an ve li gorî 13 daneyên serbixwe endeksa gendeliyê eşkere dike.