Welatên rojavayî li ser dayîna firokeyên F-16 bo Ukraynayê dûdil in

Hewlêr (Rûdaw) - Firokeyên Rûsyayê navçeyên rojhilatê Ukraynayê dikin armanc, Moskow dibêje, di nav çend heftiyên derbasbûyî de li herêma Donetskê bi awayekî berbiçav bi pêşde çûne. Ji bo rawestandina pêşveçûna hêzên Rûsyayê jî welatên rojavayî dest bi dayîna çekên giran bi Ukraynayê kirine.

Despêkê tankên pêşketî, niha jî behsa firokeyên F-16 tê kirin. Lê di vê mijarê de welatên rojavayî ne hemfikir in.

Rojnamevan mijarê ji Serokê Amerêkayê dipirsin, lê ew bi gotina “na” bersiva wan dide.

Welatên rojavayî li ser dayîna firokeyên F-16 bo Ukrayna xwedî nêrînên cuda ne.

Serokwezîrê Holandayê, Mark Rutte dibêje: “Ti gotinek li ser dayîna firokeyên F-16 bo Ukraynayê nehatiye kirin, daxwazek wiha jî çê nebûye. Ew ne qedexe ye, lê ev dibe gaveke mezin. Em ligel hevpeymanên xwe di nav gotubêjê de ne li ser wêya ka em çi bikin?”

Serokê Fransayê, Emmanuel Macron dibêje: “Dayîna firokeyên bi vî awayî girêdayî daxwazê ye û ti daxwazeke fermî çê nebûye, ger daxwazek hebe em li ser difikirin û li gor me guncaw be dibe pêngava piştî wê bê avêtin. Mercê duwem jî ew e ku divê em piştrast bin ka ew gav nabe sedema xiraptirbûna rewşê.”

Firokeya F16, firokeyeke Amerîkî ye û sala 1974ê hatiye çêkirin û niha ji aliyê 25 welatan ve tê bikaranîn, heta niha 4 hezar û 604 jê hatine çêkirin û 28 corên wê hene, nirxê her firokeyeke F-16an ji 12 milyon dolarî destpê dike û li gor taybetmendiyan heta 35 milyon dolaran jî diçe. Giraniya wê 9 ton û 702 kîlo ye û leza wê jî 2 hezar û 160 kîlometre ye di demjimêrekê de.

Ukrayna jî dibêje çavê wan li welatên rojava ye daku firokeyên pêşketî bidin wan.

Serokê Ukraynayê, Volodymyr Zelensky dibêje: “Ez naxwazim behsa dayîna çekan bikim lê divê prensîbek hebe ji bo dijminkariyên Rûsya rawestîne. Çavê me li biryarên we yên bên e ku dîrokî bin û F-16 û mûşekên dûravêj ji mere peyda bikin û ew biryar jî didestê we de ye.”

Hewldanên ji bo peydakirina firokeyên F-16 bo Ukraynayê di demkê de ne hefteya borî, Amerîkayê qebûl kir 31 tankên Abrams û Almanya jî razî bû 14 tankên Leopard 2 bidin Ukraynayê.