Pêşmerge bo Xelata Nobelê ya Aştiyê hat berbijarkirin

Hewlêr (Rûdaw) – Pêşmerge wek hêzeke bi bandor di şerê dijî DAIŞê de, bo Xelata Nobelê ya Aştiyê ya sala 2018ê hat berbijarkirin.


Îro (31.01.2018) roja dawî ya pêşkêşkirina navê namzetên Xelata Nobelê ya Aştiyê ye. Parlamenterekî Norweçî bi nave Himanshu Gulatî, Pêşmerge bo wergirtina Xelata Nobelê ya 2018ê berbijêr kiriye.


Derbarê berbijêrkirina Pêşmerge de, Gulatî wiha dibêje: “Di şerê dijî DAIŞê roleke wan a girîng hebû ku mezintirîn dijminê morovatiyê ne. Eger Pêşmerge li eniyên pêş ên şerê dijî DAIŞê qurbanî nedana, niha DAIŞ mezintir û bihêztir dibû.”


Parlamenterê Norweçî Himanshu Gulatî got: “Pêşmerge hêjayê xelata aştiyê ne, herwiha dana xelata aştiyê bow ê hêzê, dibe rêzgirtineke cîhanî li van hewl û qurbaniyên wê hêzê ku di şerê dijî DAIŞê de dane.”




Himanshu Gulatî kî ye?


  • -16ê Hezîrana 1988ê li Norweçê ji dayîk bûye

  • -Bi esil Hindî ye

  • -Endamê Partiya Pêşketî ya Norweçê ye

  • -Salên 2011-2013 Sserokê ciwanên Partiya Pêşketî bû

  • -Ji sala 2013ê ve bûye wezîrê dewletê li wezareta dad û asayîşa giştî

  • -Li Norweçê ciwantirîn wezîr e

  • -Sala 2017ê bûye parlamenter