Pêşbîniya Baba Wangayê: Dê sala 2024an serkirdeyek were kuştin

30-12-2023
RÛDAW
Nîşan Baba Wanga Putîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Pêşbîniyên Baba Wangayê yên li ser sala 2024an derketin holê.

Baba Wangaya ku navê wê yê rast Vangelia Pandeva Gushterova ye, sala 1911an li Makedonyayê ji dayik bûye.

Dema Vangelia Pandeva Gushterova 16 salî bû birûskê lê daye û ew bi wî awayî kor dibe.

Piştî wê tê îdiakirin ku Gushterova bûye xwediya şiyanên kahîniyê.

Baba Wangaya ku wek “Kahîna Kor” tê nasîn, sala 1996an koça dawî kir.

Tê gotin ku Kahîna Kor hîn di wê demê de derketina DAIŞê, pêvajoya Brexîtê, vîrusa Koronoyê û gelek bûyerên din pêşbînî kirine.

Putîn dê were kuştin

Kehanetên 2024an ên Baba Wangayê ji aliyê çapemeniya Almanyayê ve hatin nivîsandin.

Li gorî pêşbîniyên Baba Wangayê, dê Serokê Rûsyayê Vladimîr Putîn ji aliyê welatiyekî xwe ve were kuştin.

Ev pêşînî wekî senaryoyeke ku ewlehiya Putîn bixe metirsiyê hat dîtin.

Pêşbîniyeke din jî ew e ku dê li Ewropayê êrişên terorîstên tundrew zêde bibe.

Li gorî Kahîna Kor, welatekî mezin dê dest bi ceribandina çekên biyolojîk bike. Ji ber vê sedemê jî dê gefa çekên biyolojîk zêdetir bibe.

Li gorî pêşbîniya wê, dê serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump careke din were hilbijartin û dê Trump bi nexweşiyekê bikeve. Ev nexweşî çi ye ango dermanê wê çi ye nayê zanîn.

Li gorî kehanetê dê 2024an “ejderha” bibe serwerê cîhanê. Tê gotin ku ev nîşane Çînê diyar dike.

Herwiha tê gotin ku dê 2024an krîzeke mezin derkeve û aboriya cîhanê bihejîne.

Hemû pêşbîniyên Baba Wangayê ne xirab in.

Tê gotin ku dê ji bo Alzheîmer û penceşêrê jî derman werin dîtin.

Divê were zanîn ku hemû pêşbîniyên Baba Wangayê rast derneketine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst