Ciwanekî Dihokî li Libnanê hat kuştin: Kujer li Stenbolê ne?

30-12-2023
RÛDAW
Nîşan Dihok Libnan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li herêma Kasrewana Libnanê cenazeyê ciwanekî Kurd ê ji Dihokê hat dîtin.

Polîsê Libnanê ragihand ku ew ciwan hatiye kuştin û di çarçoveya lêpirsînê de 7 gumanbar hene.

Azad Ehmed Hesenê Dihokî ji bo karekî 4ê Kanûna Pêşînê ji Dubaiyê çûbû Beyrûda paytexta Libnanê.

Birayê Azad Ehmed, Erşad Ehmed ji Rûdawê re got, ji ber ku ji 4ê Kanûna Pêşînê ve ti agahî ji birayê xwe negirtiye, wan pêwendî bi hevalê wî yê ku pê re çûbû Dubaiyê, danî.

Erşad Ehmed got,

“Birayê min ber bi Beyrûdê ve bi rê ket. Ez li benda telefonê bûm lê wî careke din telefon nekir.

24 saet derbas bûn û dîsa ti xeber tunebûn, em dilgiran bûn. Min telefonî hevalê wî kir û em axivîn.

Hevalê wî got ji ber ku Azad dixwest biçe Beyrûdê ew ji Dubaiyê vegeriyaye Hewlêrê.”

“Ji 8ê mehê ve Azad nîne”

Erşad Ehmed Hesen da zanîn ku ew bi fikar bûn ku tiştek bi serê Azad hatibe û ji ber wê jî 8ê Kanûna Pêşînê çûye Beyrûdê û got:

“Hêzên ewlehiyê ji bo dîtina birayê min dest bi lêkolînê kir û ragihand ku li derketina Balafirgeha Beyrûdê ligel çend kesan hatiye dîtin. Çend rojên din jî çarenûsa birayê min nediyar ma.”

Erşad Hesen diyar kir ku dadgehê biryara lêkolîneke berfireh li ser hêzên ewlehiyê yên Libnanê daye û got, “Di encama lêkolînan de gotin birayê min hatiye kuştin.”

Asayîşa Libnanê ragihand ku cenazeyê ciwanê bi navê Azad Ehmed Hesenê Dihokî li gundê Baqatutayê yê herêma Kasrewanê hatiye dîtin.

Ew piştî ku ji aliyê komek welatiyên welatên cuda ve hatiye kuştin, cenazeyê wî li nav zeviyê gundekî hatiye veşartin.

Li aliyê din tê diyarkirin ku hinek gumanbar reviyane Stenbolê û Înterpol li wan digere.

Li gorî nûçeyên ku di medyaya Libnanê de hatine belavkirin, 4 Îraqî, 2 Tirk û yek jî Libnanî bi kuştina Azad tên tawanbarkirin.

Înterpolê li Tirkiye û Îraqê ji bo kesên ku di kuştina Azad de cih girtine biryara girtinê da.

“Piştî ku ew kuştine cenaze şewitandine”

Piştî ku polîsên Libnanê birayê wî Erşad agahdar kirin ku cenazeyê Azad dîtine, ji wî xwest ku li Saziya Tiba Edlî cenazeyê diyar bike.

Erşadê ku ji bo teşhîskirina cenaze çû Saziya Tiba Edlî ya Beyrûdê got:

“Ez 29ê mehê çûm cenazeyê birayê xwe bibînim. Di encama lêkolînên me de derket holê ku cenaze yê birayê min Azad e. Piştî ku ew kuştine cenaze şewitandine.

Birayê min berî çend salan ji Ewropayê vegeriya û li vir (li Dihokê) dijiya, karê wî baş bû. Berê li Swêdê dima û bi ti kesî re tu pirsgirêkên wî nebûn.

Berî demekê li Silêmaniyê kesek nas kir û dest bi bazirganiyê kir û bi wî re çû Dubaî û Libnanê. Paşê ew vegeriya. Dema em pirsa çarenûsa birayê xwe dikin, her carê ji me re tiştekî dibêje.

Dezgehên ewlehiyê ji min re gotin ku gelek gumanbar reviyane Stenbolê ku yek ji wan Îraqî ye. Em li bendê ne ku ew bên girtin.

Piştî ku cenazeyê wî were teslîmkirin em dê derbarê kesê ku bi wî re çûye Dubaiyê giliyê bikin.”

Tê payîn ku cenazeyê Azad Ehmed Hesen piştî sersalê bişînin Dihokê. Xizmên Azad daxwaza girtina gumanbaran dikin.

Derbarê mijarê de heta niha ti daxuyaniyek ji asayîşa Herêma Kurdistanê Dihok û Silêmaniyê nehatiye dayîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst