Li cîhanê birçîbûn zêde bûye; 'hin malbatên Efxanistanî zarokên xwe firotine'

30-12-2022
RÛDAW
Nîşan Save the Children
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Rêxistina Save the Children di rapora xwe ya dawî de li ser krîza xorak û birçîbûnê ya cîhanî ragihand ku hejmara kesên ku bi birçîbûnê re rû bi rû ne di sê salên borî de ji sedî 57 zêde bûye û gihîştiye 25.3 mîlyon kesan. Li Efxanistanê jî hin malbatan “Zarokên xwe firotin.”

Rêxistina Save the Children a ku ji bo parastina zarokan hatiye avakirin roja Pêncşemê 29ê Berfanbara 2022an amarên herî dawî yên li ser rewşa ewlekariya xorakê û krîza xorakê li cîhanê belav kir û eşkere kir ku hejmara kesên tûşî birçîbûnê bûne ji 16.1 milyonan bûye 25.3 milyon.

Li gorî Save the Children, Efxanistan, Komara Afrîkaya Navîn, Kongo, Haîtî, Somalî, Sûdana Başûr, Sûdan û Yemen di warê krîza xorakê û birçîbûnê de welatên herî xirab ê cîhanê ne û rêjeya herî zêde ya mirovên ku bi zehmetî zikê xwe têr dikin li wan welatan dijîn.

Save the Children amaje bi Efxanistanê dike ku xwedî rêjeya herî bilind birçîbûnê ya li cîhanê ye,bi tenê di sê salên borî de hejmara kesên ku bi kêmbûna xwarinê re rû bi rû mane ji 2,5 mîlyon kesan bû 6,6 mîlyon. Rêxistina Save the Children a ku ji bo parastina zarokan hatiye avakirin diyar kir ku li Efxanistanê  hin malbat ji bo ku rewşa xirab a xwarinê derbas bikin, “Zarokên xwe firotine.”

Berpirsê Save the Children a Efxanistanê Nûra Hesenên anî ziman, “Li Efxanistanê me dît ku hin zarok ewqas birçî ne ku di dibistanê de çi hîn bûne nayên bîra wan. Zarokên Efxanistanê bi nexweşiyên kujer ên wekî kolerayê re dikevin.”

Rêxistina ser bi Neteweyên Yekbûyî, Programa Cîhanî ya Xwarinê (WFP) jî ragihand, hejmara mirovên ku bi kêmbûna xwarinê re rû bi rû ne ji dema belavbûna Coronayê ve ji 135 mîlyonî derketiye 345 milyonan û li cîhanê welatên ku krîza xorakê lê hene jî ji 53an gihîştiye 82 welatan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst