Albanya dê damezrînerê Thodexê radestî Tirkiyê bike

Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeha Albanyayê biryara radestkirina damezrînerê borseya pereyên Krîpto Thodexê Faruk Fatih Ozer a bo Tirkiyê pesend kir.

Dadegaha bajarê Diraç a Albanyayê îro Înê 30ê Berfanbara 2022an biryara radestkirina damezrînerê  borseya pereyên Krîpto Thodex Faruk Fatih Ozer a bo Tirkiyê pesend kir ku ji ber xapandin û revandina  pereyê bi hezaran kesan bi riya danûstendina krîpto Thodexê dihat darizandin.

Faruk Fatîh Ozer û parêzerê xwe beşdarî rûniştina doze nebûn ku ji aliyê dadwer Valbon Çekrezi ve dihat rêvebirin.

Dadgehê herwiha di doze de diyar kir ku nerazîbûna li ser biryarê dikare bo Dadgeha Bilind a Albanyayê bê kirin.

Faruk Fatih Ozer ku navê wî di bultena sor a Tirkiyê de bû û dihat xwestin, di meha Tebaxê de li bajarê Vlora yê Albanyayê hatibû girtin.

Li gor zanyariyan di doznemaya ku  ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Anadoluyê ya Stenbolê ve hatiye amadekirin de, tê diyarkirin ku kompanyaya bi navê Thodex ji aliyê Faruk Fatîh Ozer ve bi 400 hezar lîreyî hatiye avakirin.

Di rapora MASAKê ya ku di îdianameyê da cih girt, hat destnîşankirin ku Thodexê mişteriyên xwe  xapandine.

Di rapora MASAKê de hat destnîşankirin ku ji 3 hesabên cuda yên di bin destê tometbar Faruk Fatîh Ozer de bi qasî 253 milyon û 714 hezar û 909 lîre pereyên krîpto hatine veguhestin û beşeke girîng a van veguhestinan ji bo hesabên malî yên krîpto yên tometbar Cem Uzunoglu, Faruk Fatih Ozer û Zuhal Ozer li Pêşkêşvanê Karûbarên Crypto ku navenda wê ya bazirganî li Maltayê ye, hatine veguhestin.

Damezrînerê kompanyayê Faruk Fatîh Ozer  ku di çarçoveya lêpirsîna Thodex de bi bultena sor dihat lêgerîn, di 20ê Nîsana 2021an de reviyabû derveyî Tirkiyê.

Di îdianameyê de tê gotin ku ji ber van tawanan 356 milyon lire zerera maddî çêbûye.