CENTCOM: Di 2022an de herî kêm 686 DAIŞî hatin kuştin

30-12-2022
RÛDAW
Nîşan CENTCOM Rojavayê Kurdistanê HSD DAIŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî rapora CENTCOMê, di sala 2022an de ji aliyê Amerîka û hevalbendên wê ve li Iraq û Sûriyê li dijî DAIŞê 313 operasyon hatine kirin û di encamê de herî kêm 686 endamên DAIŞê hatine kuştin.

Fermandehiya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) li ser operasyonên li dijî DAIŞê yên sala 2022an raporek weşand.

CENTCOMê di rapora xwe da ragihand "Van operasyonan DAIŞ paşve xist û kadroyek ji serkirdeyên payebilind ji qada şer hatin derxistin, ku di nav wan de emîrê DAIŞê û bi dehan serkirdeyên herêmê jî hebûn.”

Li gorî raporê, di nava salekê de li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê bi giştî 122 operasyon li dijî DAIŞê hatine kirin û di van operasyonan de 466 çekdarên DAIŞê hatine kuştin û 215 endamên DAIŞê jî hatine desteserkirin.

Herwiha li Iraqê jî di 191 operasyonên hevpar de herî kêm 220 çekdarên DAIŞê hatine kuştin, 159 çekdar jî DAIŞê hatin desteserkirin.

CENTOMê da zanîn ku di operasyonên ku hatine kirin de ji hêzên Ameriyê ti kes birîndar nebûne û nehatine kuştin.

Di rapora CENTOMê de Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) weke "hevkarekî herêmî" tê binavkirin û wiha hat gotin: "Hevkarên me yên herêmî, Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Hêzên Ewlekariya Iraqê, di misogerkirina têkbirina mayînde ya DAIŞê de rola xwe ya girîng dileyzin. ”

Di raporê de hat ragihandin ku çekdarên DAIŞê kampa Holê ya ku bi hezaran DAIŞî lê ne û ewlekariya wê ji aliyê HSDê ve tê dabînkirin, bi berdewamî dike hedef. Herwiha di raporê de bal kişand ser wê yekê ku DAIŞ dixwaze bi hevkarên xwe yên cîhanî re li derveyî herêmê çalakiyan pêk bîne.

Di raporê de tê gotin ku zêdetirî 10 hezar endamên DAIŞê li Sûriyê û zêdetirî 20 hezar endamên DAIŞê li Iraqê girtî ne û hat diyarkirin ku operasyonên bi hevpeymanên Sûriye û Iraqê re rê dide zextên mayînde yên li ser DAIŞê.

CENTOMê bal kişand ser êrîşa DAIŞê ya di Çileya 2022an de li Hesekê li dijî girtîgehê û diyar kir ku di vê êrîşê de 420 çekdarên DAIŞê hatine kuştin û 120 hêzên hevalbendên wan jî jiyana xwe ji dest dan.

Her wiha bal hate kişandin ku ev girtîgehên ku DAIŞî lê tên girtin, li Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê bi berdewamî dibin gef.

CENTCOM di rapora xwe de ku balê dikişîne ser zarokên li Kampa Holê û ragihand zêdetirî 25,000 zarok li Kampa Holê ya Rojavayê Rojavayê Kurdistanê hene ku “armancên sereke yên radîkalkirina DAIŞê ne.” CENTCOM bang li civaka navneteweyî kir ku zarokan vegerînin welatê xwe, ji ber ku ew yekane çareseriya demdirêj e.

Li aliyê din di raporê de tekezî li ser vê yekê hate kirin ku ew dê bi rijdtir li gel hevpeymanên xwe yên Sûriye û Îraqî kar bikin ji bo têkşikandina mayînde ya DIŞIê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst