Balyoza Îsraîlê ya li Fransayê li dijî hikûmeta Netanyahu dest ji kar berda

30-12-2022
RÛDAW
Nîşan Îsraîl Yael German Fransa Benjamin Netanyahu
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Balyoza Îsraîlê ya li Fransayê Yael German wek nerazîbûn li beramber hikûmeta nû ya welatê xwe ya bi serokwezîriya Benjamin Netanyahu, dest ji karê xwe berda. Îsîtfaya Yael German di demekê de ye ku Parlamentoya Îsraîlê duh bi piraniya dengan bawerî da kabîneya hikûmeta nû ya wî welatî.

Duh Pêncşemê 29ê Kanûna 2022an, Parlamentoya Îsraîlê civiya û bi piraniya dengan bawerî da kabîneya hikûmeta serokwezîr Benjamin Netanyahu.

Piştî ku kabîneya hikûmeta nû ya Îsraîlê ji parlamentoya wî welatî bawerî wergirt, Balyoza Îsraîlê ya li Fransayê Yael German ku wek hevpeymana serokwezîrê berê yê Îsraîlê Yair Lapid tê naskirin, li ser twitterê nameya destjikarberdana xwe bi zimanê Ibrî belav kir û ragihand, ku wê ew name ji Netanyahu re şandiye.

Yael German di nameya xwe ya destjikarberdanê de dibêje, “Siyaseta we û daxuyaniyên wezîrên hikûmeta we û niyeta we li dijî wijdan û nêrîna min û prensîbên serxwebûna dewleta Îsraîlê ye.”

Balyoza Îsraîlê ya li Fransayê diyar kiriye, “Li gorî vê rewşê ez nikarim derewan li gel xwe bikim, li dijî hemû bîr û baweriyên xwe siyaseteke radîkal bidomînim. Ji ber vê yekê ez îstifaya xwe ji posta balyoza Îsraîlê ya li Fransayê pêşkêş dikim.”

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu duh wezîrên hikûmeta xwe ya nû birin paramentoya wî welatî ku wek “Knesset” tê naskirin û piştî wergirtina baweriyê ji piraniya parlamenteran, sonda qanûnî xwarin.

German di partiya Meretz a çepgir de dest bi xebata xwe ya siyasî kir, di sala 2013an de li ser partiya Yesh Atid a Yair Lapid bû parlamenter û ji sala 2013an heta 2014an wek wezîra tendirustiyê kar kir. Ji sala 2021an ve jî Balyoza Îsraîlê ya li Parîsê ye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst