Encûmena Asayîşa Navdewletî li ser rewşa Sûriyê civiya

Hewlêr (Rûdaw) - Encûmena Asayîşa Navdewletî ser bi Neteweyên Yekbûyî ve li ser rewşa Sûriyê civiya, yek ji mijarên civînê êrîşên Tirkiyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê bû.

Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî ji bo Sûriyê Geir Pedersen got, şerê li bakurê Rojhilatê Sûriyê aramiya navçeyê dixe metirsiyê û grûpên terorîst sûdê ji wê ne aramiyê dibînin.

Ji aliyê xwe ve nûnerê Tirkiyê li Netewên Yekbûyî got, ewê li ser operasyonên xwe berdewam bibin heta ku asayişa sînor û welatiyên xwe diparêzin û ji mafê wane xwe biparêzin.

Cîgirê Balyozê Sûriyê jî li Netewên Yekbûyî got, Sûriyê êrîşên Tirkiyê şermezar dike û Tirkiyê tenê behaneyan ji bo êrîşên xwe dibîne, her wiha ji Encûmena Asayişa Navdewletî xwest ku Tirkiyê mecbûr bike ji nava axa Sûriyê derkeve.

Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî bo Sûriyê Geir Pedersen anî ziman, “Tevlîheviyeke bi wî awayî, ne tenê wan zerarên wêranker ku berê hatine serê welatiyên sivîl ên Sûriyê zêdetir dike, aramiya navçeyê jî dixe metirsiyê. Ew grûpên terorîst ku niha lawaz bûne û nehatine têkşikandin, rewşê bikar tînin û sûdê ji her nearamiyekê werdigrin.”

Êrîşa Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê û navçeyên din ên jêr desthilata HSDê roja 20ê vê mehê destpê kir. Tirkiye dibêje, heger operasyoneke bejahî bikin, armanc Kobanî, Minbic û Til Rifet dibe.

Nûnerê Tirkiyê yê Neteweyên Yekbûyî Feridûn Sinirlioglu got, “Em dê li ser pêkanîna operasyonên rûbirûbûna terorê li Sûriyê berdewam bin daku asayîşa sînor û xelkê biparêzin û ew mafê me yê berevanîkirina li xwe ye.”

Sûriye naxwaze wek statûyeke çêbûyî ligel Rêveberiya Xweser tevbigere lê dijayetiya xwe bo operasyonên Tirkiyê yên ser navçeyên di bin desthilata HSDê de aniye ziman. Wezareta Derve ya Sûriyê dibêje, take rê bo bidestxistina aramiyê, parastina serweriya Sûriyê ye.

Cîgirê Balyozê Sûriyê li Neteweyên Yekbûyî Hekem Dendî anî ziman, “Komara Erebî ya Sûriyê bi dijwarî êrîşên Tirkiyê şermezar dike. Ew hincetên ku rejîma Tirkiyê wan bo van êrîşan bikar tîne, eşkere bûn û êdî kes nayê xapandin.”

Rêveberiya Xweser dibêje, di bombebaran û topbarana artêşa Tirkiyê de 59 kesan canê xwe ji dest dane ku 19 ji wan şervan in û 16 jî welatiyên sivîl in. Rêveberiya Xweser her wiha dibêje, di êrîşa Tirkiyê de bo ser Rojavayê Kurdistanê û navçeyên din ên jêr destê HSDê 73 kes birîndar bûne ku 33 ji wan sivîl, 13 şervan û endamên asayîşê û 25 kes jî ser bi artêşa Sûriyê ne.