Li Efxanistanê NY li şûna xorakê pereyan dide malbatên hejar

30-11-2021
RÛDAW
Rewşa mirovî li Efxanistanê her diçe xirabtir dibe
Rewşa mirovî li Efxanistanê her diçe xirabtir dibe
Nîşan Efxanistan Neteweyên Yekbûyî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rewşa mirovî û darayî li Efxanistanê her diçe xirabtir dibe, bo hevkarîkirina xelkê rêxistinên ser bi Neteweyên Yekbûyî hevkariyê bi ser xelkê hejar de belav dikin.

Programa Xorakê ya Cîhanî ser bi Neteweyên Yekbûyî vê carê, ji dêlva xorakê pereyan dide nêzîkî 3 hezar malbatê Efxan ku rûbirûyê hejariyeke kêm wêne bûne.

Serperiştê Rêxistineke Mirovî Ezîmulla Fezilyar dibêje: “Xorak tenê xorak e, lê ew dikarin di zivistanê de pereyan bo kirîna dar an her tiştekî din ku pêdiviya wan pê hebe bikar bînin. Bi nerîna min pere baştir e ji xorakê. Dikarin bi her rêyekê be box we bikar bînin. Eger endamekî malbata wan nexweş be yan her pirsgirêkeke wan a din hebe, dikarin bi pere çareser bikin.”

Piştî kontrolkirina Kabulê ji aliyê Talîbanê ve, Amerîka û welatên rojava hevkariya rasterast bo wî welatî rawestandin, pereyekî zêde yê welat jî di bankeyên cîhanê de hatiye blokkirin û Talîban nikare bikar bîne. Di encamê de aboriya welat hilweşiya ye û hikûmet bi zorê dikare mûçeyê fermanberên xwe bide.

Ajansên cîhanî yên hevkariya mirovî hişyarî dane ku vê zivistanê nîvê niştecihên Efxanistanê ku 30 milyon kes in rûbirûyê birçîbûnê dibin. Bo ev yek çênebe, Ajansa Neteweyên Yekbûyî 7 hezar Efxanî ku dike 74 dolar bi ser her malbateke hejar de dabeş dike, ev jî di demekê de ku bihayê kelûpelan bi awayekî berçav bilind bûye. Wek mînak yek kîs ard bi 23 dolaran dikirin û bi gotina wan bo malbatekê tenê têra 15 rojan dike.

Welatiya Efxanî Alya Ubeydî jî got: “Xelk gelekî hejar in û ti bijardeyeke wan a din nîne. Divê 7 hezar Efxaniyan werdigrin têra wan bike herçiqas têr nake jî, lê ji hîç baştir e. Têra wê yekê nake pirsgirêkên xwe çareser bikin. Em daxwazê ji dewleta Îslamî (Talîban) dikin ku derfeta kar bo ciwanan peyda bike daku aştî çêbibe û nirxê tiştan jî dakeve. Em tiştekî din naxwazin.”

Berê jî Neteweyên Yekbûyî ragihandibû ku tenê îsal hejmara yên ji ber birçîbûnê nêzîkê mirinê bûne ji 5.7 milyon kesan bo 8.7 milyon kes bilind bûye. Hevdem li gor Programa Xorakê ya Cîhanî, ew malbatên rûbirûyê birçîbûnê dibin gelek caran biryara ji neçarî didin, “keçan di temenekî biçûk de dizewicînin, zarokên xwe ji dibistanê derdixin û bo xwarinê jî kuleh û pelên daran dixun. Herwiha beşek ji xelkê Afxanîstanê zarokên xwe difroşin daku pê xwarinê bikirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst