TAYBET – Koçberê Somalî: Piraniya koçberên di Kanala Îngilîzî de xeniqîn Kurd bûn

30-11-2021
RÛDAW
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Kanala Îngilîzî Koçberê Somalî Koçberên Kurd Mihemed Îbrahîmzade
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Koçberekî Somalî yê ku roja Çarşemê ji karesata belemê li Kanala Îngilîzî rizgar bû, roja Duşemê ji Rûdawê re ragihand, piraniya kesên di wê belemê de Kurd in û got, tenê ew û kesekî Başûrê Kurdistanê rizgar bûne.

Rûdawê roja Duşemê bi kesê rizgarbûyî din re axivî, ku xwe bi navê Mihemed Îsa Omer ji Somalî da nasîn, di dema ku serpêhatiya xwe ya derbarê bûyera kujer de parve kir, piştrast kir ku tenê ew û kesekî din ji Iraqê (Başûrê Kurdistanê) rizgar bûne piştî ku belema wan li Kanala Îngilîzî binav bû.

Koçber bi şertê ku rûyê wî neyê nîşandan got “Piraniya wan [yên din di belemê de] Kurd bûn. Çar pênc ji Etiyopyayê, û du ji Misrê bûn.” Di raporên berê de jî dihat gotin ku piraniya kuştiyan xelkê Herêma Kurdistanê ne û ev cara duyem e ku kesek ji wê bûyerê rizgar bûye vê rewşê piştrast dike.

Mihemed Xalid, yekane kesê naskirî yê Kurd ji xeniqandinê rizgar bûbû, roja Yekşemê ji Rûdawê re got, Kurdên Herêma Kurdistanê piraniya wan kesên di belemê de bûn, ku dixwestin xwe bigihînin Brîtanyayê.

Omer ji Rûdawê re piştrast kir ku navê kesê din ê rizgarbûyî jî Mihemed e û niha ji ber birînên ku di avjeniyê de felc bûye, rêwîtiya xwe ya ji Fransayê ber bi Kanalê ve û çawaniya li jiyanê ma vegot.

Omer dibêje“Em ji Dunkirkê çûn û sê saetan meşiyan. Paşê, em gihîştin Kanalê [peravê] û çar kes di belemê de li benda me bûn. Motorê amade dikirin. Belem dest bi tevgerê kir."

Omer û anî ziman ku xelk ji bo alîkariyê diqîriyan û got “Bûyer sê saetan piştî derketina me [saeta herêmî 22:00 de] qewimî. Belem dest pê kir noqî avê bû û gav bi gav av noq dibû. Piştî nîv saetê ew [belem] şikest û tijî av bû. belem û her kesê tê de noq bûn."

Koçber Omer "Em derbasî aliyê Brîtanyayê yê Kanalê bûn. Dûv re em li pasevanên peravê yên Bîtanî geriyan û wan ji me xwest ku em cîhê ji wan re bişînin. Me bersivek negirt û belemê jî derfet neda me û em hemû li aliyê Brîtanyayê yê ketin deryayê. Kes nehat. belem noq dibû û mirov dimirin. Min deh saetan di deryayê de avjeniyê kir.”

Li gorî koçberê Somalî, di belemê de kesek bi îngilîzî diaxivî hebû ku çend caran li pasevanê peravê yên Brîtanî û Frensî geriya - bi piranî li yên Brîtanî digeriya, lê "wan bersiva me nedan."

Mihemd got “Çaketên me hebûn ku têlefonên desta tê de hebûnbûn. Me çend caran telefonî Fransa û Brîtanyayê kir, lê me piranî gazî Brîtanyayê kir. Me got 'Alîkariya me bikin! Alîkariya me bikin!’ Gotin 'Cih ji me re bişînin.' Lê şansê me [ku em koordînatan bişînin] nebûn û hemû telefonên destan ketin avê."

Piştî ku bi saetan avjenî kirin, keştiyek masîgir a Fransî 12 demjimêran piştî ku belema wan noqî avê bû, du kesên sax dîtin, pasevanên peravê yên Fransî agahdar kirin ku ew herdu kes anîn nexweşxaneya li Fransayê.

Li nexweşxaneyê, wî dît ku kesek din xilas bûye. "Ez difikirim ku navê wî Mihemed bû."

Koçberê Somalî got "Piştî ku em noq bûn, min ew dît û piştî ku ji avjeniyê westiyayî me xwe li nexweşxaneyê dît. Ew di nav kesên rizgarbûyî de bû. 31 kes mirin."

Omer li ser pirsa ku piştî bûyerê niha dixwaze biçe ku derê, wiha bersivand: “Bi Xwedê, ez tu tişt nizanim. Mîna ku ez ji nû ve jidayikbûm û di cîhanek nû de me. Mejiyê min naxebite, hişê min westiyaye û ez diêşim.”

Herwiha Omer destnîşan kir ku ew ê careke din jiyana xwe neke xeterê.

Koçberê kurd Mihemed yê ku ji wê bûyerê rizgar bûbû jî ji Rûdawê re got, hêzên berevaniya peravên Brîtanyayê guh neda bangên wan ên ji bo alîkariyê, lê Wezareta Navxwe ya Brîtanyayê ku bi navê hikûmeta Brîtanyayê ji Rûdawê re axivî, li ser vê yekê nerazîbûnê nîşan da û berpirsê ragihandinê Patrick Dinham jî derbarê bûyerê de roja Duşemê ji Rûdawê re got bûyer li avên xaka Fransayê qewimiye û ew îdia "bi tevahî nerast in."

Wezîrê Navxwe yê Fransa, Gérald Darmanin, roja Duşemê ji BFM TV re got, "Kesên ku dixwazin li Brîtanyayê mafê penaberiyê bixwazin, ji bilî derbasbûna Kanalê ti rêyên din nînin. Ji ber ku rêyek qanûnî tune ku koçber biçin Brîtanyayê û ji ber ku hûn dikarin bêyî belgeyên nasnameyê li Îngilîstanê bixebitin, û  ev daxwazek çêdike."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst