Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyawî: Sûriyê sozên xwe bicî neanîn

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyawî Fernando Arias ragihand ku Sûriyê sozên xwe yên derbarê çekên kîmyawî de bicî neaniye.

Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyawî berê çend caran Hikûmeta Sûriyê tometbar kiribû ku çekên kîmyawî li dijî xelkê sivîl bikar aniye, lê Hikûmeta Sûriyê red dike û dibêje, wan hemû madeyên kîmyawî ku çekên metirsîdar jê çê dibin, radestî wê rêxistinê kirine.

Serokê Giştî yê Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyawî, Fernando Arias ragihand ku Hikûmeta Sûriyê,  tedbîrên ku ji aliyê çavdêriya çekên etomî, hatibûn xwestin, bi cî nake.

Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyawî got: “Di vê demê de, divê em vê valahiyê û nakokiyên ku bê çare mane, li ber çav bigrin. ew daxuyaniyên ku ji aliyê Hikûmeta Sûriyê ve hatine dayîn, ne dirust in û tenê ne besin”

Fernando dibêje ku divê Hikûmeta Sûriyê hemû çekên etomî  yên bikar anîye , eşkere bike wiha pî de çû: “Encûmena Cîbicîkar ya Rêxistinê  di tîrmeha îsal de, biryarek derxist , têde ji hikûmeta Sûriyê daxwaz kir, di heyama 90 rojî de, ji serokatiya Rêxistinê re çekên kîmyawî, ku li Letamina di Adara 2017 an de, hatibûn bikar anîn rabighîne. Li gor biryarê divê hikûmeta Sûriyê hemû çekên xwe yên Kîmyawî rabighîne.”

Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyawî hikûmeta Sûriyê bi karanîna çekên kîmyawî li dijî opozisyonê û sivîlanli bajarokê Latamina ser bi parêzgeha Hemayê tometbar dike, ku di Adara sala 2017 an de hatibû kirin, li gor heman rêxistinê, êrişa kîmyawî bi girokeyek ji core Soxoî, û helîkopterek ser bi artêşa Sûriyê  hatiye kirin, ku di encamê de nêzîkî 50 kesên sivîl rastî tenge henaseyê hatibûn. Li gor rêxistinê, herdû gazên sarîn û kilor hatine bikar anîn.