Rûsya: Amerîka Sûriyê parçe parçe dike

30-11-2017
RÛDAW
Nîşan Rûsya Amerîka Sûriye Parçekirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerê Federasyona Rûsyayê li Neteweyên Yekgirtî, Vasîlî Nebenzya di civîna Neteweyên Yekgirtî de nerazîbûna Moskowê ji siyaseta Waşingtonê ya li Sûriyê anî ziman û ragihand, çalakiyên hêzên Hevpeymaniya Navdewletî bi serokêşiya Amerîkayê bi awayekî berbiçav Sûriyê parçe parçe dikin.


Nûnerê Rûsyayê li Neteweyên Yekgirtî Vasîlî Nebenzya got, agahiyên nû ji herêmên Sûriyê digihîjie destê wan ku li gorî wan zanyariyan hêzên Hevpeymanan bi serokatiya Amerîkayê, li wan herêmên Sûriyê ku ji destê çekdarên DAIŞê rizgar dikin, rêveberiyên xwecihî ava dikin.

 

Vasîlî Nebenzya da xuyakirin, Amerîka û Hevpeymaniya Navdewdewletî alîkariyên aborî didin wan rêveberiyên xwecihî yên li Sûriyê û herwiha bi wan re re avakirina wan herêman gotûbêj dikin, beyî ku ti hesabekî ji rêveberiya Şamê re bikin.

 

Nebenzia destnîşan kir, ew pêngavên ku hêzên Hevpeymaniya Navdewletî bi serokatiya Amerîka li Sûriyê diavêje, Rûsya wan pêngavan weke perçekirina Sûriyê dibîne.

 

Hevpeymaniya Navdewletiya Li Dijî DAIŞê ku Amerîka serkêşiya wê dike, li Sûriyê alîkariyên leşkerî û darayî pêşkêşî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) dike û di operasyonên ji bo rizgarkirina Minbic, Reqa û navçeyên li rojhilatê Dêrezorê piştevaniyên locîstîk daye hêzên HSDê.

 

Herwiha Amerîkayê û Hevpeymaniya Navdeweltî li çend navçeyên Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê çend navend û baregehên serbazî vekirine û bi sedan ji hêzên xwe yên leşkerî tevî tank, top û çekên giran li wan herêman bicih kirine.

 

Di oeprasyonên Reqa û Dêrezorê de Amerîkayê gelek alîkariyên leşkerî ji HSDê re şand û piştî rizgarkirina Tebqa, Reqa û navçe û bajarokên din ên ser bi Reqa û Dêrezorê ve bi piştgiriya Amerîkayê rêveberiyên xwecihî ji aliyê HSDê ve hatine avakirin.


(S.S)

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst