2 salan winda ma: Cenazeyê xortê Kurd li Belarûsê hat dîtin!

30-10-2023
Nîşan Şirnex Ciwan Winda Belarûs Koçber Cenaze
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Cenazeyê ciwanê Kurd Mehmet Alî Okanê ku 2 sal in winda bû li goristaneke bêkesan a li Belarûsê hat dîtin.

Mehmet Alî Okan ji navçeya Hezexê ya parêzgeha Şirnexê ye.

Okan û hevalê xwe Tayyîp Belge ji bo biçin Mînska paytexta Belarûsê, 18ê Çiriya Paşîna 2021ê li Balefirgeha Stenbolê bi rê ketin.

Piştî ku gihan Mînskê, her du ciwanan xwest 19ê Çiriya Paşîna 2021ê tevlî 4 hezar koçberan derbasî Polonyayê bibin.

Ji ber ku pirsgirêka Belarûsê bi Neteweyên Yekbûyî re hebû, Polonyayê destûr neda koçberan.

Mehmet Alî Okanê ku wê demê 24 salî bû li wê derê winda bû û heta niha jî haya kesî jê nebû.

Cenaze li goristana bêkesan hat dîtin

Cenazeyê Mehmet Alî Okan li goristaneke bêkesan ya li Belarûsê hat dîtin.

Li gorî nûçeya “Şırnak Haber”ê,  piştî ku nimûneya DNAyê li hev were dê malbat cenaze bigire û bîne Hezexê.

“Leşkeran her tiştê wî jê stand”

Bavê Mehmet Alî, Nurettîn Okan ji “İdil Haber”ê re axivîbû û gotibû:

“Hevalê kurê min ê ku bi hev re çûn niha vedigere Mînskê lê kurê min ma. Ew 18ê mehê ji Balefirgeha Stenbolê ber bi Mînskê ve çûn.

Şevekê li otêlê man. Ji wir jî çûn ser sînor. Kurê min duşemê telefonî min kir û got, ‘Em li Polonyayê hatin girtin, me dibin ser sînor.’

Çend rojan li ser sînor man. Wî got ‘Ez li vir sar dibim û dixwazim vegerim malê’. Bê xwarin û av, bi rojan li wê derê man.

Wî roja pêncşemê piştî nîvro bi hejmareke din telefonî min kir. Wî got leşkeran her tiştê wî jê standiye. Pasaport, telefon... Wan tiştek pê re nehêştiye.

Piştî du rojan telefona kurê min çalak bû. Kesekî ku Erebî diaxivî telefon vekir. Ji bo wergerê min ji hevalekî xwe alîkarî xwest.

Ti sucê kurê min nebû. Ji bo jiyaneke baş xwest biçe Ewrûpayê.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst