Li New Yorkê lûtkeya guherîna keşûhewayê tê sazkirin

New York (Rûdaw) - Li New Yorkê lûtkeyekî taybet li ser guherîna keşûhewayê birêve diçe. Lûtkeya COP 26 bi beşdariya çend serkirdeyên cîhanê birêve diçe, tê pêşbînîkirin ku bi xwe re hinek biryarên nû di derbarê guhertinên keşûhewayê de bîne.

Neteweyên Yekbûyî amadekariya lûtkeyekê dike ku ji bo paşeroja mirovahiyê çarenûsî be. Vê hefteyê li Skotlandayê rayedarên piraniya welatan dê di bin sîwana Neteweyên Yekbûyî de li hev bicivin û li ser çawaniya rûbirûbûna aloziya guhertina keşûhewayê ya ku piraniya zanyaran bawer dikin ku berhem û bikaranîna petrolê li paş vê keraseta hawirdorê ya cîhanî ye.

Ji ber vê yekê niha hemleyeke navneteweyî ya xurt li dijî pîşesaziya petrolê heye ku dikare di paşerojê de bandoreke neyînî li ser welatekî weke Başûrê Kurdistanê û Iraqê bike.

Balyozê Rûsyeyê yê li Neteweyên Yekbûyî Vassley Nabinzia dibêje: “Neteweyên Yekbûyî nikare û nabe li dijî pîşesaziya petrolê bixebite. Neteweyên Yekbûyî dikare welatan teşwîq bike da ku çavkanîyên xwe yên enerjîyê biguherînin lê her dem realîst nîne ji ber ku eger em li welatên pêşkeftî binêrin, ew xwedî wê şiyan û teknolojîyê ne ku vê yekê bikin. Lê ev daxwaz di welatên nû pêşdikevin de tê wateya destdirkjiya li maf û erkên wan ên ji bo başkirina aboriya wan e.”

Tê payîn ku piraniya welatên nû pêşketî yên xwe dispêrin petrolê, ji ber guhertina avhewayê dê li hemberî kêmbûna avê ya demdirêj û ziwabûnê rû bi rû bimînin.

Kêmbûna rêjeya avê herî zêde li diyardeya guhertina avhewayê li Kurdistanê û Rojhilata Navîn dike. Niha jî Îran û Tirkiye dest danîne ser çavkaniyên avê taku bikaribin weke çek û kartên zextê bikaranîn. Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî, av li ber wê ye ku bibe gilyeke stratejîk a mîna petrolê ku welatên hêzdar pê re danûstandinê li ser bikin. Niha bi qasî %30 ê nifûsa Çînê pirsgrêka kêmbûna avê dijîn û niha li cîhanê 785 mîlyon mirov têr av nabin.

Ji ber vê yekê Brîtaniya, Amerîka û beşek ji welatên Ewropayê difikirin ku divê rênîşanên navneteweyî yên nû bêne peydakirin da ku welatek weke Îran û Tirkiye vê yekê weke amûreke zextê bikar neyne dema ku av kêm dibe.

Balyozê Brîtaniya yê li Neteweyên Yekbûyî Barbara Anddord jî got: “Neteweyên Yekbûyî xwedî mekanîzmayeke navneteweyî û herêmî ye ku bendav bi rengekî dadmend bên bikaranîn û ev yek pirsgirêka bingehîn a parvekirina avê ye. Lê divê em rêyên ku av wekî çek neyê bikaranîn peyda bikin û bi awayekî dadmend av were parvekirin.”

Li ser pirsa Rûdawê jî nûnerê Birîtanî li Neteweyên Yekbûyî got ku hîn hewldaneke cidî ji bo pesendkirina biryareke navdewletî li hember bikaranîna avê wekî çek û alavan tune ye.