Parlamentoya Ewropayê li dijî Komîsyona Ewropayê gilî tomar kir

30-10-2021
RÛDAW
Nîşan Parlamentoya Ewropayê Komîsyona Ewropayê Gilîkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentoya Ewropayê bi sedema ku alîkarî daye wan welatên ku serweriya dadwerî binpê kirine, giliyê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) li cem Dîwana Edaletê kir.

Beriya niha Yekîtiya Ewropayê mekanîzmayek ji bo dabeşkirina alîkariyan bi ser welatên endam de destnîşan kiribû û gotibû ew welatên ku serweriya dadwerî binpê dikin, divê ji wê alîkariyê bêpar bimînin. Lê Komîsyona Ewropa ew mekanîzma nexiste kar û niha ji aliyê Parlamento ve giliyê wê hatiye kirin.

Parlamentoya Ewropayê, Brukselê bi wê yekê tometbar dike ku nikarîbû Polonya neçarî guhertina reforma dadwerî bike.

Berdevkê Parlamentoyê Jaume Duch Guillot gotiye, Desteya Parleman a Dadwerî, li ser daxwaza Serokê Parlamento David Sassoli doh serî li dadgehê daye.

Ev cara yekemîne di dîroka YE de ku Parlamentoya Ewropayê, giliyê Komîsyonê li cem Edaleta Dîwanê dike.

Hûngarya û Polonya ji aliyê welatên Yekitiya Ewropayê ve bi wê yekê têne rexnekirin ku ew destêwerdanê di karûbarê dadwerî de dikin û ev yek binpêkirina standartên YE ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst