Swêdê Filistîn weke welatekî serbixwe nas kir

 

Navenda Nûçeyan - Wezareta Karê Derve ya Swêdê ragihand ku, welatê wan Filistînê wek welatekî serbixwe qebûl dike.

Serokwezîrê Swêdê yê ku nû hatiye hilbijartin Stefan Lofven ji beriya niha ragihandibû ku ew plan dikin ku Filistîn weke dewletek serbixwe nas bikin. Piştî vê yekê niha jî Wezîra Karên Derve ya Swêdê Margot Wallstrom da zanîn ku wan, Filistîn weke dewletek azad nas kiriye.

Wezîrê Karê Derve yê Filistînê Riyad Malikî jî anî ziman ku ew ji bo biryara Hikûmeta Swêdê gelek kêyfxweş bûne.

Herwiha Berdevkê Wezîrê Karê Derve yê Îsraîlê Emmanuel Nahson jî nerazîbûna Îsraîl ji Balyozxaneya Swêdê re ragihand.

Macaristan, Polonya û Slovakyayê jî ku hêj nebûne endamên Yekîtiya Ewrûpayê (YE) Filistîn weke dewletekê qebûl kiribûn.