Li Gurcistanê Bîrdariya Yûsif Kamîl Bedirxan hat çêkirin
Tîflîs (Rûdaw) – Li paytexta Gurcistanê bajarê Tîflîsê gora bîrdariyê Yûsûf Kamîl Bedirxanê kurê Mîr Mîr Bedirxan hat çêkirin.
Kurdên Gurcistanê wekî nîşana dilsoziyê, gora Yusif Kamîl Bedirxanê ku yek ji kurên Mîr Berdixan Beg bû nûjen kir.
Gora Yûsif Kamîl Bedirxan a li bajarê Tîflîsê ku li ber windabûnê bû, bi hewlên Serokê Komeleya Kurdên Qazaxistanê Ezîz Ziyo Bedirxan hat nûjenkirin.
Gora Yusif Kamîl Bedirxanê ku di ber Kurdiyê de kedeke mezin daye bi rêûresmekî, ji bo serlêdanan hat vekirin.
Rewşenbîrên Kurd ên di komarên berê yên Sovyetê de, nûnerên ji Diasporayê û rewşenbîrên ji Kurdistanê beşdarî rêûresmê vekirina bîrdariyê bûn.
Gora Yusif Kamîl Bedirxanê ku di sala 1934an de li Tîflîsê jiyana xwe ji dest dabû li ser daxwaza wî li goristana Êzidiyan hatibû veşartin.
Gora wî bi demê re winda bibû û 35 sal berê ji bin axê hatiye derxistin.
Niha jî bi hewldanên Serokê Komeleya Kurdên Qazaxistanê Ezîz Ziyo Bedirxan gor hat nûjenkirin.
“Em ji bo keda hatiye dayîn bextewarin”
Serokê Komeleya Kurdên Qazaxistanê Ezîzê Ziyo Bedirxan têkildarê nûjenkirina gora Yusif Kamîl Bedirxan got:
“Me îro bîrdariya gora kalikê xwe vekir. Mala Bedirxaniyan di oxira Kurdayetiyê de her tim ked daye. Ez ji dil spasiya hemû Kurdan û naxasim jî kurdênKurdên Gurcistanê dikim.”
Serokê Enstîtuya Qafkasyayê Hejarê Şamîl jî diyar kir ku hemû Kurdên Gurcîstanê di dîtin, parastin û nûjenkirina gora Yûsif Kamîl Bedirxan de ked dan.
Hejarê Şamîl got ew deynê wan bû û ew îro ji bo vê keda hatiye dayîn bextewar in.
Haldûn Tuzel Bedirxanî yê nevîçirkê Kamîl Begê Bedirxan jî got:
“Diyar e ku ev bû yekemîn Gora Bîrdarî ya malbata Bedirxaniyan. Dibe ku li cîhanê bîrdariyeke weha nîne. Ez îro pir hestiyar û serbilind im.
Ji bo hemû kesên ku ji dil û can ked daye û çi ji destên wan hatiye kiriye, ji dil sipasiya xwe dibêjim. Li ser navê malbata xwe û li ser navê xwe yê şexsî, minnet û şikranên xwe pêşkêş dikim. ”
Yûsif Kamîl Bedirxan kî ye?
Yûsif Kamîl Bedirxan di 31ê Adara 1873yan de wekî zarokê herî biçûk ê Mîr Bedirxan ji dayik bû.
Yusif Kamil Bedirxan jî wekî endamên din ên malbatê rojnamegerî, mamostetî û siyaset di nav de xwedî kesayetiyeke piralî bû.
Yusif Kamil Bedirxanê ku qeymeqamê Hayfayê dikir, sala 1906an bi kuştina şaredarê Stenbolê Ridvan Paşa, wek endamê din ê malbata Bedirxaniyan, pêşiya wî hat girtin, ji kar hat dûrxistin û sirgûnî Girava Rodosê hat kirin.
Yûsif Kamîl Beg piştî sirgûnê, vegeriya Stenbolê û di nav damezrînerên Cemiyeta Neşrî Maarifê de cih girt.
Dema Şerê Cîhanê yê Yekem dest pê kir Yûsif Kamîl Beg çû Bedlîsê û bi Mela Selîm, Şêx Şehabettîn û Seyîd Elî re dest bi amadekariyên serhildanê kir.
Lê dewlet zû pê hisiya û Mela Selîm hat girtin.
Wan Yusif Kamil Bedirxanê ku hatiye girtin û anî Stenbolê lê rêyeke xelasê dît û xwe spart keştiya Fransiyan.
Tevî hemû zextên dewleta Osmaniyan jî, Fransiyan Yusif Kamil Beg radest nekir.
Dewleta Osmanî cezayê darvekirinê lê birî.
Yûsif Kamil Bedirxan ê ku bi Rûsan re pêwendî danî, çû Tiflîsê.
Yusif Kamîl Begê ku bi Çarê Rûsan re di nava danûstandinan de bû, bi dîplomatên Îngilîz û Fransiyan re jî têkilî danî.
Û ji bo Kurdan sozên piştgiriyê standin.
Rêvebiriya nû ya Rûsyayê ku bi Şoreşa Bolşevîkan hat, sozên ku Yusif Kamil Beg ji bo Kurdan wergirtibûn neanîn cih.
Dema ku sînor ji nû ve hat diyarkirin, Tîflîs bû cihê wê yê timî.
Yûsif Kamil Bedirxan, sala 1934an li Tîflîsê çû ser dilovaniya xwe û li goristana Kurdên Êzidî hat veşartin.