Reşo Zîlan: Li Swêdê bi zêdebûna Kurdan re xwendina kurdî pêş ve çû

30-09-2023
RÛDAW
Reşo Zîlan bû mêvanê bernameya Diasporayê ya Rûdawê
Reşo Zîlan bû mêvanê bernameya Diasporayê ya Rûdawê
Nîşan Reşo Zîlan Swêd Zimanê Kurdî Diyaspora Perwerdeya Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Akademîsyen û zimanzanê Kurd Reşo Zîlan ragihand ku li Swêdê bi zêdebûna Kurdan re xwendina Kurdî jî zêdetir bû û roj bi roj pêş ve çû.

Akademîsyen û zimanzanê Kurd Reşo Zîlan bû mêvanê bernameya Diasporayê ya Rûdawê bû ku ji aliyê Hêmin Ebdullah ve tê pêşkêşkirin.

Reşo Zîlan derbarê rewşa zimanê Kurdî û dersên zimanê Kurdî li Swêdê kir.

Reşo Zîlan da zanîn ku cara ewil sala 1975an dersa zimanê Kurdî li Swêdê ketiye bernameya dibistanan. Bi gotina Zîalna li piştî ku dersa zimanê Kurdî li Swêdê ketiye bernameya dibistanan, roj bi roj xwendina Kurdî zêde bûye.

Akademîsyen û zimanzanê Kurd Reşo Zîlan got:

“Di wan salan (1975) de çend malbatên Kurd yên xwedî zarok hatibûn Swêdê. Hewcedariya wan zarokan bi perwerdeya ziman hebû.

Pêwîst bû zarok li gel fêrbûna zimanê Swêdî, zimanê xwe yê zikamkî jî ji bîr nekin. Bi vê re perwerdeya zimanê zikmakî kete destê Kurdan.  Bi zêdebûna Krdan re xwendina Kurdî jî zêdetir bû û roj bi roj pêş ve çû.”

Reşo Zîlan herwiha diyar kir ku berê zimanê Kurmancî tenê hebû lê, piştî salên 80î hejmara Kurdên Soranaxiv jî li wir zêde bû û perwerdeya zimanê Soranî jî dest pê kir.

Reşo Zîlan got niha li Swêdê zaraveyên Kurmancî, Soranî û Zazakî jî têne xwendin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst