Pûtîn peymana ku 4 herêmên Ukraynayê bi Rûsyayê ve girê dide îmze kir

30-09-2022
RÛDAW
Nîşan Luhanks Donestk Xêrson Zaporîjiya Rûsya Ukrayna
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn piştî referandûma ku li herêmên Luhanks, Donestk, Xêrson û Zaporîjiya hat kirin biryara girêdana 4 herêman bi Rûsyayê ve îmze kir.

Rûsyayê îro Înê 30ê Îlona 2022an merasîmek ji bo girêdana Luhanks, Donestk ên ku ji aliyê cudaxwazên alîgirên Rûsyayê yên li Ukraynayê ve tên kontrolkirin û herêmên Xêrson û Zaporîjiya yên ji aliyê artêşa Rûsyayê ve bi Rûsyayê ve li dar xist. Li gorî encamên referanduma ku li herêmên Luhanks, Donestk, Xêrson û Zaporîjiya yên Ukraynayê ku ji aliyê Rûsyayê ve hatibûn dagirkirin, Moskowê ev 4 herêm bi Rûsyayê ve girêdan.

Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn di daxuyaniya xwe ya merasîmê de got, “Îro em dê peymanên li ser bidestxistina herêmên Luhanks, Donestk, Xêrson û Zaporîjiya ji bo Rûsyayê îmze bikin. Ev mafekî bingehîn ê mirovî ye û mafekî dîrokî ye.”

Pûtîn di merasîma de anî ziman, “Rûsya êdî xwedî çar herêmên nû ye.”

Pûtîn diyar kir ew dê herêmên ku bi Rûsyayê ve girêdane nekin mijara nîqaşê û got, “Em bang li rêveberiya Kyivê dikin ku dest ji çalakiyên leşkerî berde û li ser maseya danûstandinê rûne.”

Pûtîn di merasîmê de her wiha anî ziman, “Anglo-Saksonan ji cezayan têr bûne, niha dest bi sabotajê kirine. Wan boriyên North Stream teqandin.”

Pûtîn got, “Wan li Donetsk, Luhansk, Kherson û Zaporozhye bê tirs vîna xwe nîşan dan. Niha bûne hemwelatiyên me yên hetahetayî ne.”

Pûtîn got, “Em ê ti carî serî li ber Rojava netewînin. Em neketin bin hegemonyaya Rojavayê. Loma jî hewl didin serweriya Rûsyayê ji holê rakin.”

Pûtîn wiha dewam kir, “Hewldanên ji bo dagirkirina cîhanê gelek caran bi hewldanên gelê mezin ê Rûsyayê hatin pûçkirin. Em ê parastina gelê xwe û nirxên xwe bidomînin. Hewl didin me têxina şûna ehmeqan. Şaristaniya Rûsyayê ya bi hezaran salan dê tu carî nekeve bin fermanên kesên din.”

Piştî axaftina Pûtîn, lîderên ku ji aliyê Moskowayê ve ji bo çar herêman hatine erkdarkirin, di merasîmê de biryarnameya tevlîbûna Rûsyayê îmze kirin.

Roja Pêncşembê 29ê Îlona 2022 piştî nêzî heft mehan ji şer û pevçûnên di navbera Rûsya û Ukraynayê de, Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ragihand, wî fermana bi fermî naskirina serxwebûn û serweriya her du herêmên Xêrson û Zaporîjiya îmze kiriye.

Ew pêngava Moskowê di demekê de ye ku artêşa Ukraynayê di meha dawî de beşeke zêde ji axa welatê xwe li rojhilatê welat li parêzgeha Xarkîvê (Kharkiv) ji dest hêzên Rûsyayê derxist.

Serokê Amerîkayê Joe Biden li hember wê biryara Serokê Rûsyayê bertek nîşan daye û ragihandiye, Amerîka ti deman serweriya Rûsyayê li ser wan navçeyên Ukraynayê bi fermî nas nake.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres jî di daxuyaniyekê de hişyarî daye Rûsyayê û ew biryara Putin weke pêşhateke metirsîdar bi nav kir û got, Moskow bi wê pêngava xwe ti hêviyekê ji bo aştiyê nahêle.

Serokê Ukrayanyê Volodymyr Zelensky biryara Rûsyayê ya derbarê herêmên Ukraynî de red kir û daxwaz ji Encûmena Asayişê ya Neteweyên Yekbûyî kir ku civîneke bilez û awarte saz bike.

Rêberê her çar herêmên Luhanks, Donetsk, Zaporîjiya û Xêrson ku beşek ji wan di bin kontrola Rûsyayê de ye, zêdetirî 90 hezar kîlometrên çargoşe ye û nêzîkî %15ê axa Ukrayanyê pêk tînin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst