Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina Lêborîna Navdewletî Amnesty roja Çarşemê bikaranîna tundûtûjiya li ser bingeha zayendî û kuştina xwepêşanderan li Îranê di dema tepeserkirina xwenîşandanên li wî welatî li ser kuştina bi guman a keça Kurd, rexne kir û daxwaz kir ku "bi lezgînî lêkolîn li ser kuştinan bê kirin".
Kuştina keça Kurd Jîna Emînî li Tehranê bi destên polîsên ve ku ji wan re “polîsên exlaqê” tê gotin, hêrsek li wî welatî gurr kir û bi hezaran xort û keçên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê daketin kolanan û kuştina wê şermezar kirin. Xwepêşandan bi tundî ji aliyê rayedarên Îranê ve hatin tepeserkirin û bi hezaran kes hatin girtin û birîndarkirin û rastî lêdan, tundiya zayendî û kiryarên din ên zordariyê hatin.
Seroka Amnestyê Agnes Callamard got “Zagonên cudaxwaz ên Îranê, bi dehsalan tepeserkirina her şêwe nerazîbûnê, û bêcezakirina sîstematîk ji bo kuştinên neqanûnî di dema xwepêşandanan de û li pişt dîwarên zîndanê, bûye sedema vê hêrsa bêmînak a neteweyî.”
Amnesty bêtir rexne li rayedarên Îranî kir ji ber kiryarên tundûtûjiya zayendî li dijî xwepêşanderan ji ber rakirina serpoşên wan, ku li Îranê piştî şoreşa îslamî ya sala 1979an mecbûrî bû.
Raporên guleyên rasteqîn, lêdanên giran, û destdirêjiya seksî jî ji aliyê Amnesty ve di lêkolînên xwe de hatin eşkerekirin, û herwiha sansûra înternetê ya berbelav ji bo pêşîgirtina li belavbûna xwenîşandan û ragihandina navneteweyî.
Jîna Emînî ya 22 salî û xelka Seqizê êvara roja Sêşema 13ê Îlona 2022an li stasyona Heqanî ya metroya Îranê ji aliyê Polîsê Exlaqê yê Tehranê ve bi hinceta pabendnebûna bi hicaba Îslamî hatibû desteserkirin û paşê bo girtîgeheke polîsan li cadeya Wezîran a Tehranê hatibû şandin.
Roja 16ê Îlonê piştî ku sê rojan li Nexweşxaneya Kesra ya Tehranê ma û di demekê de ku di komayê de bû û mejiyê wê rawestiyabû, Jîna Emînî canê xwe ji dest da.
Piştî mirina wê ji roja 16ê Îlonê ve li bajarên Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandanên nerazîbûnê dest pê kirin û piştre derbasî seranserê Îranê bû. Di xwepêşandanan de girseya gel bi drûşmên “Bimre dîktatorî” amaje bi rêberê olî yê Îranê Elî Xamîneyî kirin.
Di videoyên ku li ser gelek platformên medyaya civakî belav bûne tê de tên dîtin jin hicabên xwe dişewitînin, porê xwe dibirin û direqisin.
Li gor rêxistinên mafên mirovan ên Rojhilatê Kurdistanê, ji destpêka xwepêşandanan ve li Rojhilatê Kurdistanê 19 kes hatine kuştin û bi sedan kes jî birîndar bûne û bi sedan kes jî hatine desteserkirin.
Bi hezaran kes di nav wan de lîstikvan, parêzer, rojnamevan û çalakvanên mafên jinan li seranserê Îranê û Rojhilatê Kurdistanê hatine desteserkirin.
Civaka navdewletî bi tundî helwesta Tehranê li hember xwepêşanderan şermezar kir. Amerîka di destpêka meha Îlonê de polîsên exlaqî yên Îranê ceza kirin, û dezgehên ewlekarî yên rejîma Îranê rexne kirin û got ku ew "bi awayekî rûtîn tundûtûjiyê bikar tînin ji bo tepeserkirina xwenîşanderên aştiyane."
Wezareta Derve ya Almanyayê piştre gazî balyozê Îranê kir û bang li rayedarên Îranê kir ku rê bidin xwepêşandanên aştiyane û xwe ji tundûtûjiyê li dijî xwepêşanderan dûr bixin.
Îranê êrîşî Herêma Kurdistanê kir
Li ser belavbûna xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranî, Supaya Pasdarên Îranê roja Çarşemê ragihand ku wan 73 mûşek û bi dehan dronan êrîşî baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê kirine, bi tometa beşdarbûna wan di xwepêşandan û aloziyên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê de.
Di encamê êrîşên Îranê de jin û zarok jî di nav de herî kêm 16 kes şehîd bûn û zêdetirî 46 kesan jî birîndar bûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse