VIDEOGRAFIK – Krîza li Derya Spî, bandora wê û hewldanên çareserkirinê

30-09-2020
Rawîn Stêrk
Li gor lêkolînan li Derya Spî di binê avê de derdora 2 milyar bermîl petrol û 4 trîlyon metre sêca jî gaz heye
Li gor lêkolînan li Derya Spî di binê avê de derdora 2 milyar bermîl petrol û 4 trîlyon metre sêca jî gaz heye
Nîşan Yunan Tirkiye Derya Spî Fransa Amerîka Petrol Gaz
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Qeyrana ku beriya demekê li Derya Spî destpêkiribû Tirkiye û Yunan careke din anîn keviya şer. Miar ji nişkê ve bû krîzeke cîhanî. Di serî de Fransa û çend welatên Ewropî bûn aliyê mijarê û pê re Amerîka û hêzên din ên gerdûnî jî focûsa xwe zivirandin peravên Derya Spî. Ragêşiya siyasî taybetî bi hewlên Angela Merkel, niha gihîşte ber deriyê diyalogê.

Her çiqasî di qonaxa dawîn de biryar ew be da Yunan û Tirk li hev rûnin jî kela ku ji Derya Spî radibe dê berdewam e ku bibe sedema qeyranên nû. Ji bo zanîna sedemên vê krîza gerdûnî û çawayî ya rojên pêş divê meriv li dîrok û rabirdûya mijarê binêre.

Rikeberiya di navbera Tirkiye û Yûnanîstanê de mijareke kevnare û dîrokî ye. Bi taybetî girêfeka îro digîhije sala 1974an. Di 74an de Tirikye beşek ji Girava Qibrisê dagir kir û derzeke mezin him ket Derya Spî û him jî ket navbera Tirikye û Yûnanîstanê.

Ji wê rojê pê ve herdû welat her tim li hemberî hev tund û nakok in. Ji ber ku him giravên li Derya Ege û him jî dewlemendiya dorhêla Qibris bo herdû aliyan jî weke sedema man û nemanê têne nirxandin.

Li gor lêkolînan li derya spî di binê avê de derdora 2 milyar bermîl petrol û 4 trîlyon metre çargoşe jî gaz heye. Ew zerevên mezin ne tenê Tirkiye û Yûnanê lê gelek welatên din ên dordore jî li behra spî germ dikin.

Di vê çarçoveyê de Îsraîl, Misir, Yunan, Ûrdûn û Fîlîstînê di sala 2019an de peymanek îmzekirin û konsorsiyûmek avakirin. Konsorsiyûma bo derxistin û kontrolkirina van rezervên enerjiyê Tirkiye li xwe negirt. Piştî vê gavê Tirkiye jî destûr da companiyeke xwe ya enerjiyê da li behrê lêkolîn û lêgerîna enerjiyê bike. Ji bo çend cîhan jî NAVTEX ragihand û kêştiya bi navê Orûç Reîs dest bi xebatan kir.

Beriya wê jî Tirkiye bi Lîmyayê re peymanek îmzekir û xeteke behrê weke cihê di jêr kontrola xwe û Lîbyayê de ragihand.

Li ser vê, Yûnanîsta ket nav danûstandineke kûr a dîplomatîk digel Fransa û welatên din ên Ewropa. Herwiha di dawiya dawî de Emerîka, Nato û çend hêzên din jî bûn alîgirê babetê. Kêştî û balefir û  cebirxaneyên şer ên gelek welatan berê xwe dan derya spî û qenalên dîplomatîk xitimîn.

Li ser daxwaza Yûnanîstanê Yekîtiya Ewropa biryar da ku bi civîneke taybet mijar bête nirxandin û sizadana Tirkiye bête guftigokirin. Li ser vê bi taybetî Almanya û Şansolya Merkel hewleke mezin di navbera Yûnanîstan û Tirikye de da û Tirikye Orûç Reîs paş de kişand.

Civîna Yekîtiya Ewropa jî hate paşxistin û li baregeha NATO’yê civînên şandên leşkerî di navbera Tirikye û Yûnanîstanê de careke din destpêkirin. Herwiha ew rêzecivînên ku di sala 2016an de qut bibûn, biryar e li Stenbolê bi beşdariya heman şandên leşkerî ji nû ve destpê bikin.

Di hemû vê serencamê de tişta ne zelal ew e.

Gelo civîna paşxistî ku biryar e di serê cotmehê de birêve biçe ewê çi bi xwe re bîne?  Pêwendiyên Tirikye û Yekîtiyê wê berev bi ku ve biçin? Israra Fransa û Başûrê Kibris bo sizadana Tirikye wê bigihîje kîjan qonaxê?

Kêşeya Derya Spî dê çawa bê çareserkirin? Ew hemû pirsên bê bersiv in. Lê li gorî nêrînekê pirsa piraniya van pirsan girêdayî ye bi hilbijartinên Emerîkayê ve.

Tişta xuya ew e da ava behra spî dê heta demeke pir dirêj bi ragêşiya Tirikye û Yûnanîstanê bikele. Ji ber ku mijara giravan û parvekirina behrê bo herdû welatan jî xeteke sor û qewî ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst