Brîtanya dixwaze zêdetir koçberan dersînor bike

Dusseldorf (Rûdaw) - Brîtanya dixwaze zêdetir koçberan dersînor bike ku Îraq û Başûrê Kurdistanê jî di nav de ne.

Sedema dersînorkirina koçberan jî ew e ku hikûmetê heta niha ji budceya salane 6,4 milyar pound zêdetir ji bo koçberan xerc kiriye û dixwaze sînorekê ji van xerciyan re dayîne.

Hikûmeta niha ya Brîtanyayê dixwaze bi hikûmetên din û saziyên navneteweyî re lihevkirinekê bike ji bo vegerandina koçberên ku mafê wan ê mayîna li wî welatî nîne.

Brîtanyayê ji bo projeya vegerandina koçberan 15 milyon pound veqetandine.

Ji bilî Îraq, Pakistan, Vîetnam, Nîjerya û 7 welatan, welatên dikarin beşdarî projeyê bibin.

Li Brîtanyayê rexne li hikûmetê tê kirin ku Îraq jî di lîsteyê de cih digire û dibêjin, hinek ji wan koçberên ku tên vegerandin belgeyên wan ên Îraqê yên tam nînin.

Lewma dibe ku jiyana wan li xalên kontrolê yên Îraqê bikeve metirsiyê.